Rojnameya VolkanHejmar: 77, Rûpel: 25 Adar 132518 Adar 1909
Bijî Şerîeta Ehmedî (s.)
Şerîeta pak û ronak, ji ber ku ji kelamê ezelê tê, dê biçe ebedê. Hekeem bixwazin ku em bi selametî ji destê wê îstîbdada rezîl a nefsê kuberê me dide tiştên neqenc xelas bibin, divê ku em xwe bispêrin Îslamêû bi awayekî hişk û şidiyayî, bi wî benê ku naqete ve em xwe bigrin.Îca heke em bixwazin ku bi awayekî baş ji wê hurrîtiya/azadiya ji-heq/heqawer mifa bigrin, divê ku em ji îmanê alîkarî bixwazin. Çimkî, yêku bi awayekî rast ji Sani’ê ‘alemê re bibe ‘ebd û xîzmetkar, divê ku bitu awayî tenezzulî zelîliyê neke û ji xelkê re ‘ebdîtî neke. Her kes, ji berku di alema xwe bi xwe de padîşahek e, di alema xwe ya herî pîçûkde, berpirsiyar e ku cîhada herî mezin bike. Û wezîfedar e ku bi exlaqêEhmedî, exlaqê xwe bigre û sunneta nebewî zindî bike.
Gelî rayedaran! Heke hûn tewfîqê/serketinê bixwazin, li gor wanqanûnên ku Xwedê teala di fitret û sirûştê de daniye tevbigerin. Hekehûn wisa nekin, hûn dê bi bêtewfîqiyê/bindemayînê “bersiva redd”bigrin. Çimkî ew hemû nebiyên marûf ku li ser axa Îslam û Osmanîderketine, îşaret û remzeke wê qudreta Îlahî ye ku buhar û keldûmanavê makîneya kamilîn û pêşveçûna van merivên vî memleketî, dîndarîye. Û ev kulîlkên bostanê vê zeviya Asya û Afrîqayê, dê bi nûra Îslamêgur û geş bibin.
Ji bo dunyayê, dîn naye fedakirin. Ji bo berevaniya wê îstîbdada kugeber bûye, wextakî hin meseleyên şerîetê, bi rişwetî dihatin dayîn. Diterk-kirin û fedakirina van de, ka ji bilî zerarê çi sûde û mifaya wê hatdîtin gelo? Nexweşîna dil a gel, kêmdîndarî ye. Îca ev nexweşîn jî, biteqwiyekirina dîndariyê dikare baş bibe. Meşreb û xuya cemiyeta meew e ku em ji hezkirinê hez bikin û bi neyartiyê re jî dijminahî bikin.Ango ew e ku em bi hezkirina navbera Musulmanan re alîkarî bikin ûartêşa dijminatiyê jî bişkênin, bipeşkilînin û ji hev belav bikin. Meslekame jî ew e ku em bi exlaqê Ehmedî bi exlaq bibin û sunneta Pêxemberîjî zindî bigrin. Û rênîşandêrê me jî, ew şerîeta ronîgeş bi xwe ye. û şûrême, ew delîlên qet’î/birra ne.. û amanca me, î’laya kelîmetullah e. Hermumîn, ji aliyê manewî ve li ser cemiyeta me ye. Îca ew endamtiya