TELQÎNÊN KU LI STENBOLÊ LI KURDAN HATINE KIRIN
(Min ruhê xwe, bi mêvanî şand cesedê hemalekî û bi zimanê hemalan, xîtabî hemalan kir û min rewş ji wan re beyan kir. Ew qusûrên min, divê ku ji hemaliya min a mustear re bên bexişandin.)
Gelî hemalan!
Ez vê fikrê di dilê we de tov dikim. Çimkî dilê we xalî ye û xera nebûye. Rûhê vê beyta
أَتَانِي هَوَاهَا قَبْلَ أَنْ اَعْرِفَ الْهَوَى * فَصَادَفَ قَلْبًا خَالِيًا فَتَمَكَّنَا
dê ji we tecellî bike. Ez guhdarîkirina bi guhan navêm; bi dilê xwe lê guhdarî bikin.
Sê cewherên me yên gelek hêja hene. Şerîet, namus û xîret ji me dixwazin ku em wan biparêzin.
Ê pêşî, Îslamiyet e ku bihayê wê, xwîna bi milyonan şehîdan e.
Ê duduyan, merivahî ye û yê ku merivan dike sultanê temamê alemê, ew e.
Ê sisiyan, milliyeta me ye ku rabite û pevgirêdaneke me ya hevgirtinê ye û bi wan ên zemanê berê ku bi berhemên xwe zindî ne re yekîtiyê ye.
Îca ji xeynî van jî, sê neyarên me hene, me mehû dikin:
Ê Yekê: Feqîrî: Tenê çil hezar Kurdên hemal ku li vê derê ne, delîlên zindî ne ji vê re.
Ê duduyan, cehl. Ji vê re delîl ew e ku çil hezar, di vî zemanê tereqqiyê ku rojname, perwerdekarê fikran in de, çil meriv nizanin rojnameyekê bixwînin, îsbata vê ye.
Ê sisêyan, hevkişkişandin û circirandin e:
Niha tevî ku em xwediyê çar sed hezar betlê hêja ne û qeweteke me ya weha gelek mezin heye jî, ji ber wê sedema vê ixtîlafa hundirîn, mehf dibe. Niha ji me re, sê şûrên almastî lazim in; da ku ew, wan sê cewherên me biparêzin û wan sê neyarên me mehf bikin.
Yek ji wan, Îttîhada millî ye.
Ê diduyan, keda merivan e.
Ê sisiyan, muhebbeta millî ye. Ku em vê qewweta xwe ya gelek mezin,