Kitaplar
Dersên Civakî

bixapînî û bi wê muhalê/bêîmkaniyê îtîqad bikî. Îca hal ku hal e, diwê makîneya xwedîjiyan de mu’cîzeyeke wisan a qudretê heye ûhîkmetekî wisan nuwaze heye ku ancax tenê dikare bibe berhemekehunerî ya Sani’ekî wisan ku temamê kaînatê, tevî temamê şan ûkarûbarên wê, îcad dike û tenzîm dike. Ku ne wisan be, qet’iyen nikarebi wê teredduda kor, hindik û besît a îmkanê, yek gavekî jî bavêje. Qetû hîç nabe ku ew, bi wan sedemên suriştî bibe. Nemaze, li ser xortûmêwî ciyê ku hêza kişandin û hêza defdanê ye ku di wî parçeyê herî piçûkê ku êdî ji hev dabeş nabe de û di hukmê ussul esasê wan sedemêntebîetê de ye, demxeyek muhaliyê/neîmkaniyê heye. Lê belê caîz e kuew karûbarên mîna cezb, def’i, tevger û hêzan ku tê zennkirin ku ew,asasê her tiştekî ne, ji qanûnên adetullah re yeko yeko bibin nav/îsîm.Lê belê, bi şertê ku qanûn, ji qaîdetiyê neçe tabîiyetiyê, ji zihnîtiyê neçexaricîtiyê; ji îtîbariyê/nîsbiyê neçe heqîqetê û ji aletiyê derbasî karîgeriyênebe, em qanûnê qebûl dikin.     Pirs: Çima îhtîmal bi wan tiştên batil tê dayîn û tê gotin ku cûreyêntiştan, ji ber ezelîtiya madde û ji ber tevgera zerreyan çê dibin û tên meydanê?Bersiv: Ji ber ku ew tenê di wê mijarê de ye ku sirf bi tiştekî dî nefsaxwe îqna bike, nikare wan asasên xwe yên riziyayî, bi nêrîneke nerasterastfam bike, ev îhtîmal derdikevin holê. Gava ku ji bo îqnakirinanefsa xwe, bi qesdî û bizzat, berê xwe bide wê, dê hukum bike kuev muhal e û ne maqûl e. Em ferz bikin, gava qebûl bike jî, ji ber kuhebûna Sani’ ji nedîtî ve tê û ji Sani’ dikeve xefletê, îca bi zorpêdayînê,dibe ku bê qebûlkirin. Dalalet çi qas ecêb e: Ew kesên di dalaletê de,wê ezeliyeta ku lazimê zerûrî yê Zatê Zulcelal e û wê îcada ku taybetiyaZatê Zulcelal e, nikarin di hişê xwe de bi cî bikin. Îca ka çawa çêdibe ku eynî ew kes, vê ezeliyet û îcadê, didin wan zerreyên bêhed ûwan tiştên kêmqewet ên neçar?     Belê, nav û deng daye ku hinekan li heyva nû ya îdê dinihêrt. Kesîji wan tiştek nedît. Zilanekî pîr, sond xwar û got: “Min heyva nû dît.”Hal ku hal e, hîlala ku wî didît, mûyekî spî yê brûyê wî bû ku ketibûşeklê kevanê. Mû li kû, heyv li kû? Tevgerên zerreyan li kû, sedemêçêbûna tiştan li kû?   Ji ber ku meriv, ji aliyê fitrî ve mukerrem e, li heqqiyê digere. Yekcaran batildikeve destê wî. Ew jî zenn dike ku heqq e û di paşila/paxila xwe de vedişêre.Gava ku li ser heqîqetê lêkolîn dikir, bi awayekî bêhemd, dalalet bi ser serê wîde dikeve; îca zenn dike ku ev heqîqet e û dixe serê xwe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat