Kitaplar
Dersên Civakî

   Di quwwe û hestên însan de, hed û hudûdên wekî yên di heywan de, nehatine danîn. Mêyla zulumkariyê û hubba nefsê, bi awayekî dijwar û dehşetdar, hukumferma ye.

   Belê, gava xwedxemî, xwedbînî, xwedendîşî, quretî û înad a ku ji şeklên xebîs ên ene û enaniyetê ne, tevlî wê meylê bibe, ekberulkebaîrê (mezintirê gunehên herî mezin) wisan îcad dike ku hê jî beşer jê re navekî nedîtiye. Ew, çawa delîlê îcaba cehennemê ye; her wisa, cezayê wê jî, bes cehennem e.

   Ewwela, li gorî şexis: Şexsek xwediyê gelek wesfan e. Sifatekî di nav wan de, ger celb û îcaba dijminatiyê bike, qanûna îlahî ku di ayeta ewil de, îcab dike ku dijminî û neyartî, bes hesr û vesînorê wî sifetî be. Li şexsê wî yê ku xwedî sifetên mesûm e, bes dilê wî pê bişewite û neheqiyê lê neke. Hal ew e ku ew însanê zalûm û cehûlê zulumkarê zircahil, bi tebîetê xwe yê zalimane, ji bo sifetekî canî û xedar, heqê wan sifetên mesûm û ham û tam jî dixwe û neyartiyê, bi xwediyê wan sifatan re jî dike. Hetta bi wê jî nasekine û neyartiya eqrebayê wî jî dike û heta zilma xwe, şamilê hevpîşe û hevmeslegên wî jî, dike. Ji ber ku “bo çêbûna tiştekî, gelek sebeb lazim in, ji wî tiştî re”, lewma dibe ku ew sifetê canî jî, ne ji xerabiya dil, bilakis ji encama sebebekî xarîcî, peyda bûbe. Nexwe ew çax, ew sifata ne ku canî be, hetta kafir be jî, ew camêr, nabe canî.

   Li gorî cemaetê: Em dibînin ku şexsekî muhterîs, bi întiqamekê yan jî bi muxalefeteke întiqamkarane û bi fikrekî ku temennî û daxwazê re bûye zerf, gotiye ku: “Dê Îslam perçe bibe. Yan jî xîlafet dê mehf bibe.” Sirf ji bo ku ew gotina wî ya bêyom rast derê, bo tetmîna quretî û enaniyeta xwe -neûzbîllah- dixwaze ku Îslamiyet perişan be û biratiya Îslamê bitefe, xirab bibe. Ewê zulma neyar a kafirane, bi tewîlên cerbezedar ên ecêb, dixwaze wek edaletê nîşan bide.

   Li gorî medeniyetê îro: Em dibinin ku evê medeniyeta bêyom û bêxêr, dustûreke zulmê ya wisa xedar daye destê însan ku hemû qenciyên medeniyetê tar û mar dike. Sirra endîşeya milyaketan a di

اَتَجْعَلُ فِيهَا مَنْ يفُْسِدُ فِيهَا وَيُسْفِكُ الدِّمَاءَ

de nîşan dide.

   Wihareng ev medeniyeta han, fetwa dide hovîtiyên herî bidêhşet ên wekî ku di gundeki de xaînek hebe, ewî gundî bi ham û tam û masûman ve dibire; 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat