Kitaplar
Dersên Civakî

   •    Tîmsalên tîriyê yek ji miriyên xwedî tevger in. Tîmsalên di ayîneya rihê nûraniyekî de, ew zindî ye ku bi eslê xwe ve girêdayî ye; heke ne bi heman awayî be, ne li dijî wî ye jî. (Tulûat)

   • Heke roj bi tevgera xêzika xwe ve biheje, fêkiyên wê nakevin. Heke neheje, seyyaratên ku fêkiyên wê ne, dê bikevin û belawela bibin. (Îşaratu’l-Î’caz)

   • Heke nûra ramanê bi ziyaya dil ronî û mezc nebe, zulmet e, dê zulim bibijiqe. Nehara ebyaza çav a muzlîm, heke bi evîna leylayî mecz nebe, çawa ku bêbeser e; di fikreta beyza de suweydeya dil neyê dîtin, bêbesîret e. Di ‘ilmê de îz’ana dil tune be cehil e. Îltizam tiştek, îtiqad tiştek e. (Munazerat)

   • Teswîra baş a tiştên batil, naza hişên safî ye. (Îşarat)

   • Divê alimê murşîd wekî mêşinê be, ne wekî çivîkê be. Yek jê şîr dide berxika xwe, ya din verşa xwe dide têjika xwe. (Îşarat)

   • Hebûna tiştekî bi hebûna hemû parçeyên wê ve girêdayî ye. Tunebûn jî, ji ber ku bi tunebûna parçeyekî pêk tê, zilamê lawaz, ji bo ku desthilatiya xwe bide nîşandan dibe alîgirê xerakirinê, di şûna musbet de bi awayekî menfî tevdigere. (Munazerat)

   • Heke distûrên hîkmetê bi qanûnên hukûmetê re; qanûnên heq bi bendên qewetê re li hev nekin, di nav gel de nikare encam bide. (Tulûat)

   • Zilmê, kolosê edaletê daye serê xwe. Xiyanetê kincê welatparêziyê li xwe kiriye. Navê zilm û liberrabûnê li cîhadê hatiye danîn. Navê azadiyê li bindestiyê hatiye danîn. Tiştên li dijî hev sûretê xwe guhertine. (Munazerat)

   • Ew siyaseta ku li ser berjewendiyan digere cenewar e. Nîşandana hezkirinê ya li hemberî cenewarê birçî, ne merhemeta wî, dê mehdê wî veke. Bi ser de jî dê heqê diran û neynokên xwe jî bixwaze. (Munazerat)

   • Dewr heyam nîşan dan ku Bihuşt ne erzan e; Dojeh bi xwe jî ne beredayî ye. (Sunûhat)

   • Hêjayiya mirovên ku ji hêla dinyayê ve wekî bijarte tên nasîn, her çi qas divê bibe sedemê tewazû û nefsbiçûkiyê, bûye sedemê pêkutî û qurebûnê. Her çi qas ecziya feqîran û feqîriya gel divê bibe sedemê merhemet û êhsanê, bûye sedemê bindestî û mehkûmiyeta wan. (Îşaratu’l-Î’caz)

   • Heta di tiştekî de başî û şeref peyda bibe, wan pêşkêşî esilzadeyan dikin. Heke jê xerabî û nebaşî çêbibe, li gel parve dikin. (Tulûat)

   • Armanca xeyalê tune be an jî bê jibîrkirin an jî jibîrkirî bê nîşandan, hiş û famberî dibe ezezî û li dorê digere. (Tulûat)

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455
Fihrist
Lügat