Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

ji xwe bikirana, wê bibana ew îblîsên cinî. Heta li ser vê munasebeta ecêb û zêde ye ku mezhebekî batil wisa hukim kiriye: “Ew erwahê xebîs ên gelek xerab ku li ser sûretê însanan de ne, piştî ku mirin dibin şeytan.”   

   Ji we re diyar e ku dema tiştekî biqedir xera bibe, ji wê tişta ji rêzê ya xera bûyî bêhtir xera dibe. Wek mînak: Wek çawa dema şîr û mast xera dibin dîsa jî tê xwarin. Lêbelê ku rûn xera bibe êdî nayêt xwarin, carinan dibe mîna jehrê. Eynen wisa jî, însan ku mukeremtirînê mexlûqatî ye, belkî yê herî qedr e, eger ew însan xera bibe, ji heywanê xerabûyî bêhtir xera dibe. Wek wan heşeratên (bihokên) ku keyfa wan ji bêhna madeyên genîbûyî re tê û wek wan marên ku ji pêvedan û jehrîkirinê hez dikin, keyfa wan ji xerab û exlaq-xebîsên ku ketine lîtava delaletê de tên û şanaziyê bi wan dikin û lezetê ji zerera zilûmata stemê û ji cînayetan distînin, herwekî dibin şeytan. Belê, delîleke qet‘î a heyîna şeytanê cinnî, heyîna şeytanê însî ye.    

   Ya Duyemîn: Ew delîlên ku di Peyva Bîst û Nehê de bi sedan delîlên qet‘î heyîna rûhanî û firîşteyan îsbat dike, heyîna şeytanan jî îsbat dike. Em vî cihêtî ji wê Peyvê re dihêlin.    

   Ya Sêyemîn: Heyina firîşteyan ku nûner û nazirên karûbarên xêrê yên di gerdûnê de ne, bi îtîfaqa dînan sabit e. Her weha heyina erwahê xebîs û şeytanî yên ku nûner û mubaşirên karûbarên xirab in û sebebên qanûnên wan in, ji aliyê hîkmet û heqîqetê ve qet‘î ye. Belkî di karûbarê xerab de perdeyeke xwedan-şu‘ûr hebe bêhtir pêwist e. Lewra wek çawa di sere Peyva Bîst û duyemîn de hatiye gotin, ji ber ku her kes nikare bedewiya rasteqîn ya her tiştî bibîne, da ku ji aliyê xerabiya (rerîtiya) zahirî û noqsaniyetê ve li hember Xaliqê Zulcelal îtîrazê neke û rehmeta wî tohmetdar neke û hîkmeta wî rexne neke û bi awayekî neheq gilî neke; wasîtyeke zahirî kiriye perde, da ku îtîraz û rexne û gilî herin wan perdeyan û berê wan nekeve Xaliqê Kerîm û Hekîmê Mutleq. Wek çawa da ku Hezretî Ezraîl ji dilmayîna evdên ku dimirin xilas ke nexweşî ji ecelî re kiriye perde; eynen wisa jî Hezretî Ezraîl di qebza erwahî de kiriye perde, da ku berê wan giliyên ku ji wan haletên wek bêmerhemet tên wehimkirin nekevin Xwedê Teala. Eynen wisa jî bi qet’iyeteke hê bêhtir, da ku berê wan îtîraz û rexneyên ku ji wan şeran û xerabiyan tên, nekevin Xwedê Teala, hîkmeta rebbanî heyina şeytan pêwîst kiriye.    

   Ya Çaremîn: Wek çawa însan alemeke biçûk e, alem jî însanekî mezin e. Ev însanê biçûk fîhrîst û kurtasiya wî însanê mezin e. Eslên

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat