Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Min dît ku nava bajêr a li derdora medreseya min, mewqiyê binê kelehê heta jêr tevde hatine şewitandin, hatine wêran kirin. Ji dîtina min a pêşî û ya niha goya dused sal bi şûn de hatibim dinyayê, wisa bi dilkovan min lê nêrî. Ew mirovên di wan malan de, bi gelekên wan re em dost û ehbab bûn. Piraniya wan, rehma Xwedê li wan be bi koçberiyê wefat kirine, li welatên biyanî perîşan bûne. Hem min dît ku taxa Ermenan ne tê de, hemû xaniyên musilmanên Wanê wêran kirine. Dilê min gelek şewitî. Ez ewqas hestyar kirim ku hezaran çavên min hebana wê bi hev ra bigiriyana. Ez ji welatê biyanî hatibûm welatê xwe, min digot qey ez ji welatê xerîbiyê rizgar bûme. Çi heyf, ku min xerîbiya herî hêwilnak di welatê xwe de dît. Min bi sedan şagird û dostên xwe yên bi giyanê min ve eleqedar ên wek Evdirehman ê ku di Ricaya Duwanzdehemîn de behsa wî hatî kirin, di gorê de û cihên ehbaban jî wêranbûyî dît.    

   Fiqreyeke zatekî hebû ku berê de li bîra min bû, min maneya wê ya tam nedidît. Li hemberî wê dîmenê huzinnak, min tam maneya wê dît. Fiqre ev e: .

لَوْلاَ مُفَارَقَةُ اْلاَحْبَابِ مَا وَجَدَتْ لَهَا الْمَنَايَا اِلَى اَرْوَاحِنَا سُبُلاً

   Yanî “Eger veqetîna ji dostan nebûya, mirinê rê nedidît ku were giyanê me bistîne.” Nexwe ya herî zêde mirovî dikuje cudabûna ji ehbaban e. Erê, tu tiştî bi qasî wê rewşê ez neşewitandime û negiriyandime. Eger Qur’an û îman di hawarê de nehatibana, dê ew xem, ew keder û ew huzin ewqas bandor li min kiriba ku dê giyanê min derxistana. Ji berê û pê de helbestvan di helbestên xwe de ji wan xerabegehên menzilan ên bi derbasbûna demê re xerabûne re giriyane ku li wan menzilan bi ehbabên xwe re hevdîtin pêk anîne. Dîmena herî bifîrqet jî min bi çavê xwe dît. Bi kovana wî merivê ku dused sal bi şûnde hatî warê dostên xwe yên ku gelek ji wan hez dikir, hem giyanê min û hem dilê min alîkariya çavê min kirin û giriyan. Hingê ev cihên li ber çavê min ku wêran bûne, dema wan a berê ava bûn, şên bûn.. Ew sefheyên şêrîn ên jiyana min a ku nêzî bîst salan di jiyaneke gelek xweş de, digel xwendekarên xwe yên hêja bi hîndekariyê derbas kirî wek dîmenên sînemayê di awayekî ku herwekî zînde dibûn, dixuyan û paşê wefat dikirin de, xiyala wan li ber çavê min demeke dirêj dewam kir. Hingê ez ji rewşa ehlê dinyayê gelek ecêmayî mam: Çawa xwe bixwe dixapînin? Ji ber ku wê rewşê bi eşkereyî nîşan da ku dinya tam fanî ye û mirov jî tê de mêvan e. Min bi çavê xwe didît ku gotina ehlê heqîqetê ya li ser hev digotin ku: “dinya xedar e, hîlekar e, fena ye; pê nexapin.”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat