Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

كَرِيمًا * وَاخْفِضْ لَهُمَا جَنَاحَ الذُّلِّ مِنَ الرَّحْمَةِ وَقُلْ رَبِّ ارْحَمْهُمَا كَمَا رَبَّيَانِى صَغِيرًا

ê ji pênc aliyan ve û bi awayekî gelek mu‘cîzane zarokan vedixwîne hurmet û şefqetdariya li hemberî dê û bavan; û madem dînê Îslamê fermana hurmet û dilovaniyê bo extiyaran dike; û madem fitreta mirovayiyê li hember extiyaran hurmet û dilovaniyê pêwist dike; bêguman em extiyar ji dêl zewqeke madî ya demkî ya bi arzûya xortaniyê, em dilovanî û hurmeta ku ji înayeta îlahî û ji riqeta cînsî ya manewî û daîmî û girîng û her weha zewqên rûhanî ya ku ji wê dilovanî û hurmetê derdikevin, distînin. Nexwe divê em vê extiyariya xwe bi sed xortaniyan neguherin. Erê, ez bixwe baweriya we tînim ku deh salên xortaniya Seîdê Berê bidin min, ez saleke extiyariya Seîdê Nû nadim. Ez ji extiyariya xwe qayîl im; divê hûn jî qayîl bin.

   RICAYA DEHEMÎN: Demekê, piştî ku ez ji esaretê hatim, li Stenbolê du salan xefletê serdestî li min kir. Dema ku hewaya siyasetê nezera min ji nefsa min rakiribû û li asoyê belav kiribû, rojekê ez li goristana Eyup Sultana Stenbolê, li ciheke bilind a ku li newalê dinêriya rûniştîbûm. Min li asoya derdora Stenbolê nêrî. Ji nişka ve ez dinêrim dinyaya min a taybet dimire, haleteke wisa xiyalî hate min ku li hin aliyan her wekî giyanê min tête kişandin. Min got “Gelo nivîsên li serê kêlên gorên goristanê ne ku xiyalê wisa didin min?” û min berê xwe jê da alî. Ne li dûri, min li goristanê nêrî. Ji qelbê min re hat îxtarkirin ku: “Ev goristana ku li derdora te ye, sed Stenbol di nav de heye. Çunkî Stenbol sed caran ketiye vir de. Ew Hekîmê Qedîr ê ku hemû gelê Stenbolê li vala kirî vir tu nikarî ji hukmê wî xilas bibî, tu mustesna nabî, tu dê jî herî.” Ez ji goristanê derketim û bi vê xiyala hêwilnak ez çûm odeyaka biçûk a mehfela mizgefta Sultan Eyûbê, wek gelek caran ez diçûmê, vê carê jî çûm. Min mitale kir ku ez ji sê aliyan ve mêvan im. Wek çawa di vê menzelokê de mêvanim, li Stenbolê jî mêvan im, di dinyayê de jî mêvan im. Yê mêvan be divê mitaleya riya xwe bike. Wek çawa ezê ji vê odeyekê derbikevim, rojekê ezê ji Stenbolê jî derbikevim, rojeka din ji dinyayê jî derbikevim.    

   Eve di vê haletê de xemgîniyek û xemeke gelek hestyar û bi firqet û elemdar kete dilê min û serê min. Çunkî ez tenê dostekî duduyan winda nakim. Wek çawa ezê ji hezaran dostên xwe yên ku ez ji wan hez dikim veqetim, ezê ji wê Stenbola ku gelek jê hez dikim jî

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat