Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

wisa xwe nîşan didin, zû winda dibin û diçin? Ez li şexsê wan dinêrim; birêkûpêk in, bihîkmet kinc li xwe kirine, kinc li wan hatiye kirin, hatine xemilandin û hatine şandin bo pêşangehê, bo temaşegehê. Halehal di rojekê duduyan de, belkî hinek ji wan di çend deqîqeyekê da winda dibin û bê feyde, bela sebeb diçin.” Min gelek mereq dikir ka mebest çi ye ku di vê dema kurt de ji me re tên xuyakirin. Wê demê bi lutfa îlahî min hîkmeteke girîng a hatina mewcûdatî, xasma hatina candaran a bo dersxaneya dinyayê dît. Ew jî ev e:    

   Her tişt, xusûsen candar; kelîmeyek, nameyek, qesîdeyeka rebbanî ya gelek manedar in û îlanameyeke îlahî ne. Piştî ku bûn mezherê mûtalaaya hemû giyaneweran û ji mutalekerên bêhed re maneya xwe îfade kirin, sûretên wan ên di şûna peyv û herfên wan de ne, winda dibin.    

   Ev hîkmeta hanê bi qasî salekê têra min kir. Piştî salekê mu‘cîzeyên sen‘etên gelek xarîqe û gelek hûr ên di mesnûatî de, taybet ên di giyaneweran de li ber min vebûn (înkîşaf kir.) Min fêm kir ku ev hunerên birêkûpêk ên gelek hûr û gelek xarîqe, ne ku ji boyî îfadekirina maneyê ya bo nezerên hişmendan tenê ne. Gerçî bêhed hişmend dikarin li her mewcûdî binêrin. Bes, hem mutaleya wan sînorkirî ye (mehdûd e) hem jî her kes nikare hemû wê hûnera hûr a candaran têbigihîje. Nexwe, encama xulqiyeta herî girîng a candaran û mebesta fitreta wan a herî mezin ew e ku hunerên wî bixwe yên ecêb û diyarî û îhsanên ku didin pêşkêşî zatê Qeyyûmê Ezelî bixwe werin kirin. Vê armancê jî demeke dirêj qinyat da min û min ji wê fêm kir ku hîkmeta xulqiyetê ya ku di her mewcûdî da, taybet ya di candaran de hebûna hunerên rêkûpêk ên bêhed û pêşkêşkirina wan a bo nezera zatê Qeyyûmê Ezelî, yanî ew bixwe li hunera xwe temaşe bike (belê ev hîkmet) têrî wê mesrefa zêde dikir.    

   Demek şûn de min dît ku rêkûpêkiya hunerê ya ku di şexsên mewcûdatê de û ya di sûretên wan da dewam nakin; gelek bilez nû dibin, diguherin; di nav fealiyetek û xelaqiyeteke bêpayan de diguherin. Ez fikirîm ku hîkmeta vê xelaqiyet û vê fealiyetê bêguman divê bi qasî wê fealiyetê mezin be. Vê carê wisa çêbû ku êdî herdu hîkmetên navborî têrê nedikirin, kêm diman. Bi mereqeke zêde min dest bi lêgerîn û lêkolîna hîkmeteke dî kir.    

   Demek şûn de lîllahî’l hemd bi feyza Qur’ana mu‘cîzul-beyan ji hêla raza qeyûmiyetê ve hîkmetek bêhed mezin û armancekê xuya kir. Û razeke îlahî ku “tilsima gerdûnê” û “mu‘emaya xulqiyetê” jê re tê gotin bi wê hate fêmkirin. Ji ber ku di Nameya Bîst û Çaremîn

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat