Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

de piraniya rêberên nûranî, pêxemberên ku ji alê Hezretî Îbrahîm û ji nesla wî ne; di umeta Muhemmed de jî (s.) di wezîfeyên mezin ên Îslamiyetê de û piraniya terîqet û meslekan de mîna pêxemberên benî-Îsraîlî, Eqtabên Ehê Beyta Muhemmed (s.) dîtiye. Ji ber wê çendê ferman jê re hatiye ku wisa

لاَ اَسْئَلُكُمْ عَلَيْهِ اَجْرًا اِلاَّ الْمَوَدَّةَ فِى الْقُرْبَى

bibêje û hezkirina umeta xwe ya di hember Ehê Beytê de xwestiye. Di riwayetên din ên ku vê heqîqetê teyîd dikin de ferman kiriye: “Ez du tiştan ji we re dihêlim; ku hûn xwe bi wan bigirin hûnê xilas bibin: Yek Kitêba Xwedê ye, yek jî   Ehê Beyta min e.” Lewra jêderka suneta seniye û parêzvanê wê û ya ji her aliyî ve berpirsiyarê alîgiriya wê, Ehê Beyt e. Va ye ji ber vê razê ye ku, li ser navê peyrewiya (îttîba‘) Kîtab û sunetê ev heqîqeta hedîsê hatiye beyankirin. Nexwe, ji aliyê wezîfeya rîsaletê ve meqsed ji Ehê Beytê suneta seniyeya wî ye. Wek çawa yê peyrewiya suneta seniyeyê biterikîne, ne ji Ehê Beyta rasteqîn e û ew nabe dostê rasteqîn yê Ehê Beytê jî.

   Hem raza arzûya wî ya komkirina umetê ya li derdora Ehê Beytê eve ye ku: Bi destûra Xwedê zaniye ku, her ku dem di ser re derbas bibe wê Ehê Beyt zêde bibe û wê Îslamiyet qels bibe. Nexwe, cemaeteke hevgirtî ya gelek xurt û zêde pêwist e ku da karibe di pêşveçûna manewî ya alema Îslamê de bibe wesîle û navend. Bi destûra Xwedê mitaleya vê kiriye û xwestiye ku umeta xwe li derdora Ehê Beytê kom bike. Belê heçî hejmara Ehê Beytê ye, di xisûsa îtîqad û îmanê de ji yên dî ne bi pêş de bin jî, dîsa di teslîm û îltîzam û alîgiriyê de gelek bi pêş de ne. Lewra ji aliyê fitretê ve, ji aliyê neslê ve û ji aliyê cîbîliyetê ve alîgirên îslamiyetê ne. Alîgiriya cîbîlî qels jî be, ne navdar jî be û heta neheq jî be dest jê nayê berdan. Îca ew zatê ku bi awayekî eşkere pê hesayî be ku ew alîgirî heqîqeteke gelek xurt e, gelek rast e, hemû silsileya ecdadê wî yên gelek qedirbilind xwe pê girtine, şeref bi dest xistine û canên xwe gorî kirine, (û her weha ew alîgirî) çiqas biesas e û fitrî ye, ma qet dest ji alîgiyê berdide? Ehlê Beytê va ye ji ber vê îltîzama zêde û Îslamiyeta fitrî (ye ku) nîşaneyeka herî kêm a di lehê dîne Îslamê de wek burhaneke gelek xurt qebûl dike. Lewra ji fitrî alîgir e. Lê heçî yên din in, bi burhaneke xurt dibînin, paşê dibin alîgir.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat