Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

seh kirî, li navend û paytextê hukumetê, di nava çarşiyê de, roj nava rojê, li ber çavê xelkê, ku boyaxkerekî pêlavan ê adî bîlfîîl dest avêtiye hevjîna çaqrût a zilamekî ku ji aliyê dinyayê ve payebilind, (eva hanê) sîleyeke li rûyên bêheya ên wan kesan dixe yên li hember xwenixumandinê ne.    

   Hîkmeta Duyemîn: Pêwendî û hezkirin û eleqeya pirr bingehîn û xurt a di navbera jin û mêran da ne xasî xewcedariya jiyana dunyewî bi tenê ve ye. Belê jinek bo zilamê xwe ne ku hema hevaleke wî ya heyatê ya mexsûsî bi jiyana dinyayê tenê ve ye; belkî di jiyana ebedî de jî hevala wî ya jiyanê ye. Madem di jiyana ebedî de jî hevala jiyanê ya mêrê xwe ye, bêguman pêwist e ji nezera mêrê xwe yê ku hevalê wê û dostê wê yê ebedî ye pê ve, nezera tu kesî nekêşe ser spehîtayiya xwe û wî (zilamê xwe) nexeyidîne û neke ku ew biheside, (dilpîs bibe.) Madem pêwendiya zilamê wê yê bawermend ya digel wê ji ber raza îmanê, ne mexsûsî bi jiyana dinyayê tenê ve ye û ne hezkirineke demkî ya heywanî ye û bi dema bedewiyê tenê ve ye; belkî ji ber ku di jiyana ebedî de jî hevala wî ya jiyanê ye, bi hezkirineke bingehîn û cidî û bi rêzekê ve eleqedar e. Hem tenê ne di dema cuwanî û bedewiyê de, belkî di dema extiyarî û kirêtiyê de jî xwediyê wê hurmet û hezkirina cîdî ye.

   Bêguman divê ew jî di muqabilê wê de bedewiyên xwe texsîsî nezera wî bike û hezkirina xwe jî jê re hesir bike ku mirovayî vêya pêwist didêre. Ran na wê gelek hindik kesb bike, bes wê gelek û gelek winda bike.

   Li gor şerîetê zilam divê hevtayê (kufuw) jinê be, yanî munasibî hev bin. Di vê hevtayiyê de ya herî girîng di aliyê diyanetê de ye. Xwezî bi wî zilamî ku li diyaneta hevjîna xwe dinêre û wê teqlîd dike û da ku di jiyana ebedî de hevala xwe winda neke dîndar dibe. Bextiyar e ew jina ku li diyaneta zilamê xwe dinêre û dibêje “Ez hevalê xwe yê ebedî winda nekim” û dikeve teqwayê. Weyl li halê wî zilamê ku dikeve sefahetê û hevjîna xwe ya salîhe ebedî winda dike. Çiqas bextreş e ew jina ku zilamê xwe yê muteqî teqlîd nake û wî hevalê xwe yê bimbarek ebedî winda dike. Bi hezaran weyl li halê wan herdu jin û mêrên bextreş ên ku fisq û sefaheta hevdu teqlîd dikin. Di avêtina nav êgir de alîkariya hev dikin.    

   Hîkmeta Sêyemîn: Bextewariya jiyana malbatekê bi ewleyiyeke beramber a di navbera mêr û jinê de û bi giramî û hezkirineke ji dil û can didome. Bênixumandinî û rût û tazîbûnî wê ewleyiyê xera dike, wê giramî û hezkirina beramber jî dişkîne.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat