Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

xizaniyê. Ji ber ku hirs ji bawermendî re sedema ziyanê ye, xizaniyê ye.

اَلْحَرِيصُ خَائِبٌ خَاسِرٌ

ketiye hukmê derbûmeseleyê. Belê, sedemên ku gazî însanî bo dinyayê dikin û wî ber bi wê de diajon gelek in. Di serî de nefs û hewaya wî, hewcedarî û hestên wî, şeytan û şêrînayiya dinyayê ya li gorî xuya dike û hevalên xerab ên wekî te gelek yên gazî dikin hene. Halehal yên gazî axreta baqî û jiyana ebedî ya dirêj dikin hindik in. Eger di te de qasî zerreyê li hemberî vî gelê reben hemiyet hebe û eger ew hîmetbilindiya ku tu behsê dikî ne derew be, nexwe pêwist dike ku tu li hawara wan hindikên ku bo jiyana baqî vedixunîn biçî. Yan na, eger tu wan gazîkerên hindik bidî sekinandin û alîkariyê bidî gelekan, wê demê tu dibî hevalê şeytên.    

   Gelo hûn zen dikin ku feqîrhaliya vî gelî ji zuhdeke dînî û ji tiraliya terka dinyayê tê? Tu di vê zena xwe de şaş î. Gelo ma tu nabînî ku miletên di bin teseluta Ewrûpayê de yên wekî Mecûsî û Berahîmeyên li Çîn û Hindê û zenciyên li Efrîkayê ji me bêhtir xizanin? Hem ma tu nabînî ku ji qûtê zerûrî pê ve di destê misilmanan de nahêlin. Yan zalimên kafir ên Ewrûpayê yan jî munafiqên Asyayê bi dek û dolabên xwe yan didize yan jî rapeç dike.

   Eger mebesta we ya ku bi awayekî cebrî (kotekî) hûn ehlê îmanê ber bi medeniyeta bê “mîm” ve diajon, asayiş û emniyeta welêt hem îdarekirinek asan be, bi qet‘î zanibin ku hûn şaş in; hûn ber bi rêyeke şaş ve sewq dikin. Ji ber ku îdarekirina sed fasiqên ku îtîqada wan hedimî û exlaqê wan xerabûyî, ji îdarekirina hezaran ehlê selahetê muşkiltir e/zortir e.    

   Va ye li ser van esasan, ehlê Îslamê ne hewceye ku ber bi dinya û hirsiyê ve bên ajotin û bên teşwîqkirin. Tereqqî û asayîş bi vê nayên te’mînkirin; belkî ew hewcedarê wê çendê ne ku mesaiyên wan bên sererastkirin û ewleyiya di navbera wan de bê avakirin û distûra alîkariyê bê asankirin. Ev hewcedarî jî bi fermanên qudsî yên dînî û bi teqwayê û bi tekûziya dînî dibe.    

   NOTAYA HEŞTEMÎN: Ey mirovê tiral ê ku tam û xweşiya ku di nav xebat û karî de ye, nizane! Zanibe ku:

   Xwedê ji kerema xwe ya tam mukafata xizmetê xistiye di nava xizmetê de. Ucreta kedê xistiye di nava kedê bixwe de. Va ye ji ber wê çendê ye ku mewcûdat, heta li gorî nêrînekê cemadat jî di wezîfeyên xwe yên taybet ku jê re “ewamirê tekwîniye” tê gotin de bi şewqeke tam û bi lezet fermanê rebbanî bi cî tînin. Ji mêşhingiv û mêş û

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat