Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Adeta cilweya wehdetê ya îsmê Ferd, hemû gerdûn xistiye nav weh­detê, her tişt wê wehdetê îlan dike.

   Wek mînak, roj ku lembeya vê gerdûnê ye yek e, wek çawa eva hanê nîşanê wê çendê dike ku hemû gerdûn ya yekî ye, her wiha ku unsûra hewayê ya ku xizmetkareke çeleng û çalak a candaran e yek e û ku agirê ku xwarinpêja wan e, yek e; ku sungêrê ewrî ku bexçeyê erdê av dide yek e; ku barana ku li hawara hemû candaran tê yek e û ew baran digihê her derê û ku her taîfeyek ji taîfeyên piraniya heywan û nebatan bi serbestî belavî ser rûyê erdê dibin û ku wehdeta wan a new’î û meskenê wan yek e; evên hanê bi awayekî qet‘î nîşandayîn in û şahidîn û delîlên wê çendê ne ku ew hemû mewcûdat digel meskenên xwe malê Zatekî tenê ye.    

   Va ye li ser vê qiyas bike ku, hemû ev enwaên gerdûnê yên wisa bi hev ve girîft gerdûn xistine şûna kulleke gişt wisa ku ji hêla îcadê ve parçebûnê qebûl nake. Sebebeka ku serweriya wê li hemû gerdûnê derbas nebe, ji hêla rubûbiyetê ve û ji aliyê îcadê ve nikare rubûbiyeta xwe bi zerreyekê tenê bide guhdarîkirin.    

   Îşareta Sêyemîn: Bi teceliya e‘zem a îsmê Ferd her wekî gerdûn xistibe şûna nameyên semedanî yên bêhed û di nav hev de û her wekî di her nameyekê da mohrên bêhed ên wehdaniyetê û gelek mohrên ehediyetê hatibin çapkirin ku bi qasî peyvên her nameyê xwediyê mohreke ehediyetê ye û bi qasî hejmara wan nivîsevanê xwe nîşan dide.

   Belê, ji ber ku her kulîlkek, her mêweyek, her giyayek, heta her heywanek her darek mohreke ehediyetê ye û sikeyeke Semediyetê ye û ew cihên ku ew lê ne awayê nameyê distîne, her yek ji wan şeklê îmzayekê distîne; katibê wî cihî nîşan dide. Wek mînak, kulîlkeke zer a di bexçeyekê da di şûna mohreke neqişkarê wî bexçeyî de ye. Mohra wê kulîlkê ya kê be, bi awayekî eşkere dibe delîl ku ew kulîlkên di wî cûreyî de yên li ser rûyê erdê hemûçik di şûna peyvên wî Zatî de ne û ew bexçe jî nivîsa wî ye. Nexwe ev tê wê maneyê ku her tişt hemû tiştan bi Afirînerê wê ve girêdide û tewhîdeke herî mezin nîşan dide.    

   Îşareta Çaremîn: Cilweya e‘zem a îsmê Ferd, digel ku wek rojê eşkere ye, bi maqûliyeteke di dereceya wucûbê de û bi asaniyeke bêhed tê qebûl kirin. Û gelek burhanên ku îsbat dikin ku şirka ku muxalifê wê cilweyê ye û dijê wê ye, bê nîhaye zor e, xayet derce ji aqilî dûr e û belkî mumteni‘ (nabe çêbe) e, di gelek parçeyên Rîsaleê Nûrê de hatine beyankirin. Niha emê tefsîlata xalên ku di wan delîlan de ne bispêrin wan rîsaleyan û emê tenê sê xalan li vir beyan bikin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat