Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Va ye birayê min ê ezîz, herweke vê mînakê, dema lawikên bawer­mendên weke te wefat kirin, divê hûn wiha bifikirin:    

   “Ev lawik bêguneh e, Aferînerê wî jî Rehîm û Kerîm e. Şûna terbiye û dilovaniya min a kêm, Xwedê, zarokê min hilanî bal înayet û rehmeta xwe ya bêqusûr... Lawikê min, ji zîndana dunyaya tijî kerb, musîbet û zehmet, deranî, şande bihişta firdewsa xwe. Ew zarok çiqas bextiyar e! .. Ger di vê dunyayê de bimaya Xweda dizane, gelo wê biketa çi halî? .. Bi vê yekê, gunehê min bi zarokê min nayê, lewra ez dizanim ku ew bextiyar e. Îcar menfîeta nefsa min, ji bo xwe be jî dîsa dilê min bi wî namîne, xem nagirim. Lewra ger di dunyayê de bimaya, wê çiqas be, qasî deh salan, minê kêfeke digel zahf keseran bikira. Eger salih bûya, di karên dunyayê de serkeftî bûya, belkî wê bi kêra min bihata. Lêbelê bi mirina xwe, di bihişta ebedî de heta hetayê evîna zarokan dide min û ji bo kêfxweşiya bêdawî ji min re şefaet dike. Helbet kî menfîeeta meşkûk/nebicîh a nêzîk wenda bike, menfîeeteke pêşeroj kar bike, misoger ew kes, xem nake, bêhna xwe teng nake, hawar nake.    

   Xala Sêyem: Ew zarokê wefatkirî, evd, memlûk û mexlûqekî Xaliqê Rehîm bû, bi hemû hebûna xwe mesnû‘ê wî ye. Bi vî awayî, zarok tenê hevalekî dêwbavê xwe bû ku heta demekê, di bin çavnêriya wan de bû. Xwedê Teala dêwbêv ji zarok re kiriye xizmetkar, berdest. Li hember vê xizmeta wan, şefqeteke bilezet a ku mîna ucreteke pêşîn hatiye dayin. Niha ew Xaliqê Rehîmê ku ji hezarî nehsed û nod û neh par ji wî zarokê yê wî, li gor rehmet û hîkmeta xwe, wî zarokî ji destê te bistîne, xizmeta te bi dawî bîne; vêca kesê sûreten xwediyê parekê, li hemer zatê ku xwediyê hezar parên heqîqî bi awayê şekwakarane û gilî gazinên me’yûsane fîxan û feryad bike ji ehlê îmanê re ne munasib e; belkî ew rewş ji ehlê delalet û xefletê re munasib e.   

   Xala Çarem: Ger dunya bêdawî bûya, însan tê de ebedî bimaya, û fîraq ebedî bimaya, hengê maneyek ji mehzûniya elîmane û xemgîniya meyûsane hebû. Lê ji ber ku dinya mêvanxane ye; zarokê wefatkirî çûye kuderê, hûn jî em jî dê biçine wêderê. Hem ev wefat ne ji wî tenê re ye, rêya herkesî ye. Hem madem ku cudahî jî ne ebedî ye; di pêşde dê hem li berzexê hem jî li cennetê hevdîtin çêbibe. Divê bête gotin:

اَلْحُكْمُ لِلَّهِ

“wî da, wî stend.” Û bêje:

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ عَلٰى كُلِّ حَالٍ

û sebr û şukrê bike.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat