Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Madem wî bizanîn ew qesir çêkiriye û bi vîn û bi bijartin (îxtiyar) rêkûpêk kiriye û xemilandiye; bêguman wek çawa yê çêkirî dizane, eynê wisa yê dizane diaxive. Madem ev qesr û ev bajar bo me kiriye mêhvangehek û bazirganîgeheke xweş, bêguman dê defterek û kitêbeke wî ya ku pêwendiyên wî yên bi me re û daxwazên wî yên ji me nîşan bide hebe.   Va ye mukemeltirîna wê deftera pîroz Qur’ana mu‘cîzul-beyan e ku ji çil aliyan ve mu‘cîze ye û di her deqîqeyekê da qet nebe li ser devê sed milyonan e û nûr jê dipijiqe û di her herfeke wê de kêma kêm deh xêr û deh xêrat hene, carinan jî deh hezar û hin caran jî –bi raza Leyletul-Qedrê– ji her herfeke wê re sîh hezar xêr û mêweyên bihiştê û nûra berzexê dide. Di gerdûnê de kitêbeke ku di vî meqamî de karibe pê re reqabetê bike nîne û tu kes nikare (kitêbeke wisa) nîşan bide. Madem ev Qur’ana ku di destê me de ye ji aliyê rubûbiyeta mutleq a Xaliqê Zulcelal ve û ji cihet ulûhiyeta wî ya mezin ve û ji hêla dorpêça rehmeta wî ve kelamekî wî ye û fermanekî wî ye û kana dilovaniya wî ye. Xwe bi wê bigre; di nava wê de ji her derdî re dermanek, ji her tarîtiyêkê ra ronahiyek û ji her bêhêvîtiyekê re ricayek heye.    

   Va ye mifteya vê gencîneya ebedî îman e û teslîm e û guhdarîkirin û qebûl e û xwendin e.

   RICAYA PÊNCEMÎN: Demekê, di destpêka kalîtiya min de, bi daxwaze înzîwayê, li ser Girê Yûşe’ ê, li aliyê Boxazê ya Stenbolê, bi tenêtiyê giyanê min li vesihanekê (îstirehet) geriya. Rojekê li ser wî girê bilind, min li daîreya asoyê, li derdorê nihêrî. Bi hişyarkirina kalîtiyê, min lewheke zewal û fîraqê ya gelek bikovan û xemnak dît. Min ji meqamê bilind ê di çiqilê çil û pêncê de ku sala çil û pêncê yê temenê min e hetanî tebeqeyên jêr ên jiyana xwe çavê xwe gerand. Min dît ku li jêr, di her çiqileka wê de, di zerfê her salekê de, ji hezjêkerên min, ji yên pêwendiyên min bi wan re heyî û ji yên nas, cenazeyên bêhed hene. Di nav kovaneke manewî ya gelek bişewat a ji wê veqetîn û îftîraqê hatî min wekî Fuzûliyê Bexdadî dostên ku ji min veqetiyayî di bîra xwe anî û ez naliyam û min got;

   Ta wesla te bi bîr bînim, dê binalim   

   Ta nefes hebe di cismê camid, dê bikalim

û ez li teseliyekê, li nûrekê, li deriyeke ricayê geriyam. Ji nişka ve nûra baweriya axretê hat hawarê; nûreke qet venemire û rîcayeke qet neşikê da.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat