Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

wan pêwist dike. Çunkî jin ji ber ku fitreten hejar û nazik in, hewcedariya wan bi alîkarî û parastina zilamekî heye ku da wan û zarokê wan ên ku ji jiyana xwe bêhtir ji wan hez dikin, biparêzin, ji ber wê da ku xwe bidin hezkirin û nekin ku nefret ji wan were kirin û da ku bi îstîsqalê re rû bi rû nemînin meyleka wan a fitrî heye.

   Hem ji deh jinan şeş heftê wan yan pîr in yan jî kirêt in ku naxwazin pîrîtî û kirêtiya xwe nîşanî her kesî bidin. Yan jî hesûd in da ku nîsbet ji yên ji xwe bedewtir kirêt nemînin yan jî ji destdirêjiyê û ji tawanbariyê ditirsin, da ku dûçarî destdirêjiyê nebin û di nezera zilamê xwe de bi xiyanetê neyên tawanbarkirin ji fitrî dixwazin xwe binixumînin. Hetta, ku hûn bala xwe bidinê, yên herî zêde xwe dinixumînin pîr in. Û ji deh jinan ancax du sê hebin ku hem cuwan bin, hem xweşik bin hem ji nîşandana xelkê zivêr nebin.    

   Wek tê zanîn, însan ji nezera mirovên ku ew ji wan hez nake, aciz û xemgîn dibe.

   Bêguman jineka bedew a ku rût û tazî bigere ji deh zilamên nemehrem ên ku keyfa wan ji nêrîna wê re tê dudu sê hebin, ji heft heştan zivêr dibe. Hem jineka bedew a ku nebube fahîşe û xera nebibe, ji ber ku nazik û serîteesur e, bêguman ji nezerên pîs ên ku ji hêla madî ve bandora wê hatî ceribandin, a rast ya jehrîn dike, zivêr dibe. Hem em seh dikin ku li Ewropeyê ku cihê rût û tazîbûnê ye gelek jin hene ku ji dîqata nezerê zivêr dibin û wisa dibêjin “Ev nemerdên hanê awirên xwe li ser me hilnadin û me zivêr dikin” û li cem polêsan giliyê dikin. Nexwe rakirina xwenixumandinê ya ji hêla şaristaniyê ve dijberî fitretê ye. Fermana xwenixumandinê ya Qur’anê digel ku fitrî ye, wan jinên ku kana şefqetê ne dikarin bibin hevjîneka giranbuha ya ebedî, bi xwenixumandinê ji siqûtê, ji ziletê, ji esareta manewî û ji sefaletê rizgar dikin.    

   Hem di jinan de li hember zilamên biyanî tirsîneka fitrî heye. Heçî tirsîn e, fitreten xwenixumandinê pêwist dike. Çunkî barê giran ê zarokekê ya heşt neh mehan bi rastî jî zewqa heşt neh deqîqeyî ne xweş dike; digel wê nexweşiyê jî, îhtimal e ku bi terbiyeya zarokekî bêxweyî yê heşt neh salan belaya zewqa nemeşrû ya wan heşt neh deqîqeyan bikêşe. Ji ber ku eva hanê gelek caran qewimiye, fitreta wê bi awayekî cidî û bi tundî ji nemehremî ditirise û cibiliyeta wê dixwaze xwe biparêze. Fitreta wê ya qels (zeîf) fermana wê dike û bi awayekî xurt hişyariyê dide wê ku da ew bi xwenixumandinê îştaha nemehremî veneke û rê nede ku destdirêjî lê werekirin. Tişta min

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat