Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Min dikariya welatê xwe, ehbabê xwe, merivên xwe ji bîr bikira. Bes, çi heyf yek hebû min nedikariya ji bîr bikira. Ew jî ew Evdirehmanê merhûm ê ku hem biraziyê min bû hem kurekî min ê manewî bû, hem şagirdekî min ê fedakar bû, hem hevalekî min ê herî wêrek bû. Şeş heft sal beriya wê em ji hev veqetayî bûn. Ne wî cihê min dizaniya ku bibeziya alîkariyê û teselî bida min û ne jî min rewşa wî dizaniya ku nameyan ji hev re binivîsin û derdê xwe ji hev re bêjin. Di vê rewşa min a dema extiyariyê de pêwistiya min bi yekî wekî wî fedakar û dilsoz hebû.    

   Paşê min hew dît yekî nameyek da min. Min name vekir, min dît nameyeke wisa ye ku mahiyeta Evdirehman tam nîşan dide ku beşeke wê nameyê, bi awayekî ku sê kerametên zahir nîşan bide hatiye xistin di nav fiqreyên Nameya Bîst û Heftemîn de. Wê nameyê ez gelek giriyandibûm û hê jî min digirîne. Evdirehmanê merhûm bi wê nameyê diyar dikir ku bi awayekî cidî û jidil ji kêf û xweşiyên dinê nefretê dike û mezintirîn mebesta wî ew e ku were ba min û wek çawa di biçûkatiya wî de min lê dinêriya, ew jî di vê extiyariya min de xizmeta min bike. Hem dîsa mebesta wî ew bû ku bi wê qelema xwe ya xurt di neşra esrarên Qur’anê de ya ku di vê dinê de wezîfeya min a rasteqîn e, alîkariya min bike. Hem jî di nameya xwe de wisa nivîsîbû: “Bîst sîh rîsaleyan bişîne bo min, ezê her yek ji wan bîst sîh nusxeyan binivîsim û bidim nivîsandin.”   

   Wê nameyê li hemberî dinyayê hêviyeke xurt da min. Ji ber ku min şagirdekî xwe yê wisa wêrek ê ku xwediyê zekayeke di dereceya dehayê de û bi dilsozî û girêdanek wisa ya ji kurekî rasteqîn gelek bêhtir ji min re xizmetê bike, dît, min ew esareta biîşkence, ew tenêtî, ew xerîbî û ew extiyarî ji bîr kir. Beriya wê nameyê nusxeyeke Peyva Dehemîn a derbarê ‘îmana bil-axîret’ê de ketibû destê wî. Ew Rîsale goya jê re bûbû tiryaq ku ew birînên manewî yên ku di nava şeş heft salan de standibûn tedawî kir. Herwekî bi îmaneke gelek xurt û gelek geş li benda ecelê xwe be ew name ji min re nivîsîbû. Mehek du şûn da ku ez di wê hizrê de bûm ku ezê bi wasîteya Evdirehman dîsa jiyaneke dinyayê ya mesûdane derbas bijîm, lê çi heyf! Nûçeya wefata wî hat. Vê nûçeyê ewqas zerar da min, ev serê pênc salan e hê jî ez di bin bandorê wê de me. Wê demê cihêtiyek, hestiyariyek û kovaneke wisa da min ku ji wê esareta min a biîşkence, ji wê tenêtiyê, ji wê xerîbiyê, ji wê extiyarî û nexweşiyê deh qatî zêdetir bû. Min digot ku bi wefata diya min a merhûme nîvê dinyaya min a taybetî wefat kiriye. Min dît ku bi wefata Evdirehman jî nîvê mayî jî wefat kiriye.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat