Lem‘eya Şazdehemîn
بِاسْمِهِ * وَاِنْ مِنْ شَيْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
اَلسَّلاَمُ عَلَيْكُمْ وَرَحْمَةُ اللّٰهِ وَبَرَكَاتُهُ
Birayên min ên ezîz û sidîq Xoce Sebrî, Hafiz ‘Elî, Mesûd, Mustefayan, Xusrew, Re’fet, Bekir Beg, Rûşdû, Lutfiyan, Hafiz Ehmed, Şeyx Mustefa (r.) her wekî din…
Min di dilê xwe de wisa hîs kir ku ez “Çar Meseleyên Biçûk” ên meraqdar û bûyî sedema pirsê, wek agahî û bi awayekî kurt beyan bikim.
YA YEKEMÎN
Di nav birayên me de hin mirovên mîna Çaprazade Evdila Efendî ji min pirsîn: “Li ser riwayeta ehlê keşfê xeber hatibû dayîn ku dê di vê remezana bihûrî de ferecek, futûhatek ji Ehlê Sunet û Cemaetê re çêbiba, lê ew xebera hatî dayîn derneket meydanê. Yên ehle welayetê û ehlê keşfê çima xebera dijê rastiyê dibêjin?” Min jî ji nişka ve wek sunûhat bersiv da, kurtasiya wê bersivê eve ye: Di hedîsê şerîf de wisa hatiye gotin: “Carinan bela tê xwarê; dema tê, sedeqe derdikeve pêşberê wê, bi şûnde vedigerîne.” 1 Raza vê hedîsê vêya nîşan dide ku; muqederat dema gorî hin şertan çêdibin şûn de dimînin. Naxwe, ew muqederata ku ehlê keşfê jê agahdar bûyî ne mutleq e, belkî bi hinek şertan ve girêdayî ye ku ew şertana neyên