Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   DERMANÊ BÎST Û SISÊYEMÎN: Ey nexweşê bêkes, reben û bêçare! Digel nexweşiya te, ku bêkesîtî û xurbet qelbên herî hişk li hemberî te wisa nerm bike, nezera şefqetê celb bike; gelo îman û întîsaba te ya bi wî Xaliqê Rehîm ê ku di serê hemû sûretên Qur’anê de xwe bi sîfetê “Rehmanur-Rehîm” teqdîm dike û bi lem‘eyeke şefqeta wî li hemberî hemû zarok û ferxikan, hemû dêyan bi wê şefqeta xwe ya xarîqe terbiye dike û di her biharê da bi cilweyeke rehmeta wî rûyê erdê bi nîmetan tijî dike û bihişta ku di jiyana ebedî de ye bi hemû bedewiyên xwe ve cilweyeke rehmeta wî ye, îca naskirina te ya wî û niyaza te ya bi lîsanê eczê yê nexweşiyê, bêguman ev nexweşiya bêkesiyê ya di vê xurbetê de, ji dêl her tiştî berê nezera rehmeta wî dide te.

   Madem ew heye, li te dinêre, ji bo te her tişt heye. Esas ê di xurbetê de û di bêkesîtiyê de ye ew e, yê bi îman û teslîmbûnê xwe bi wî ve girênade, yan jî girîngiyê nade wê girêdanê.

   DERMANÊ BÎST Û ÇAREMÎN:   

   Ey nêrevanên nexweşan ên li zarokên nexweş ên bêguneh û li extiyarên ku ketine dewsa zarokên bêguneh de ne, dinêrin! Li pêşiya we bazirganiyeke axretî ya girîng heye. Bi şewq û xîretê wê bazirganiyê qezenc bikin. Di nexweşiyên zarokên bêguneh de gelek hîkmetên derbarê jiyana dinyayê ya wan de yên wek; ji wê wicûda wan a nazik re îdmanek e, riyazetek e û di dema pêşde ji bo ku li hember teqereqa dinyayê muqawemet jê re bête dayîn wek şiringayekê û wek terbiyeya rebbanî hene; digel wê, ji dêl kefaretuz-zunûba mezinan a ku dibe sedema jiyana wan a rûhî û teseffiya jiyana wan û di pêş de yan jî di axretê de ew xêra ku ji nexweşiyên wek şiringeyan ên sedema tereqiyeta wî ya manewî ye tên dikeve deftera emelê dê û bavên wî, nexasim dikeve rûpela xêrê ya diya wî ya ku bi raza şefqetê tendurustiya zaroka xwe li ser tendurustiya xwe re digre; eva hanê ji aliyê ehlê heqîqetê ve sabit e.    

   Lê heçîka nêrîna li extiyaran, tevî ku xêreka mezin distînin, bi riwayetên sehîh û bi gelek bûyerên dîrokî sabit e ku eger xêra wan extiyaran –xasma dê û bav be- bi dest bixe û dilê wana xweş bike û bi awayekî wefakarane xizmeta wan bike, hem dibe sedema bextewariya vê dinyayê, hem ya axretê. Zarekî bextewar yê ku ji dê û bavê xwe yê pîr re tam îtaetkar be, çawa ku dê ji zarokê xwe eynê muameleyê bibîne; zarekî bedbext jî eger dê û bavê xwe rencîde bike, digel ezabê uxrewî, li dinyê jî bi gelek waqieyan sabit e ku bi gelek felaketan cezayê xwe kişandiye. 1

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat