RAZA ŞEŞEMÎN: Ey Însanê reben ê di nav eczeke bêhed û hesab û di nav xizaniyeke bêdawî de digindire! Ji vêya bizanibe ka rehmet wesîleyeke çiqas hêja ye û mehdervanekî çiqas meqbûl e ku; ew rehmet wesîleya Sultanekî Zulcelal ê wisa ye ku stêr û zerre bi hev ra û bi rêkûpêkiyeke tam îtaeta wî dikin û di artêşa wî de digel hev xizmetê dikin. Û wî Zatê Zulcelal û wî Sultanê Ezel û Ebed îstîxnayeke zatî ya wî heye. Û di nav îstîxnaya mutleq de ye. Xeniyê Elel-îtlaq e ku ji tu cihetî ve hewcedariya bi gerdûnê û bi mewcûdatê tuneye. Û gerdûn hemû di bin fermana wî de ye û di bin rêveberiya wî de ye û di bin heybet û ezemeta wî de ye, di îtaeteke bêdawî de ye û di hember celala wî de di tezelulê de ye.
Ey însan! Va ye rehmet te dibe hizûra wî Mustexniyê ‘Elel-îtlaqî û wî Sultanê Sermedî û dike dostê wî û muxatebê wî û dixe rewşa ebdekî ezîz. Bes wek çawa tu nagihê rojê, tu gelek jê dûr î, tu ji tu aliyan ve nikarî nêzî wê bibî; bes roniya rojê, bi wasîteya neynika te eksa rojê û cilweya wê dixe destê te; eynen wisa jî, çendan em ji wî Zatê Eqdes û wê Şemsa Ezel û Ebed bê hed û hesab dûr in, em nikarin nêzîk bibin; bes roniya rehmeta wî, ewî nêzî me dike.
Va ye ey însan! Ew kesê ku ev rehmet peyda kirî, wî gencîneyeke nûrê ya ebedî û bêpayan peyda kiriye. Çareya peydakirina wê gencîneyê: suneta Resûlê Ekrem (s.) e û peyrewiya wî ye ku ew, mînak û nûnerê herî geş ê rehmetê ye û lîsan û delalê herî belîx ê wê rehmetê ye û di Qur’anê de bi ‘inwana rehmeten lil’alemîn hatiye navkirin. Ya ji vê rehmeta mucesem re ku rehmeten lîl’alemîn e, dibe wesîle jî selewat e.
Belê, maneya selewatê rehmet e. Û ew selewata ku duaya rehmetê ya bo rehmeta mucesem a wî zîheyatî jî wesîleya gihandina wî rehmeten lîl‘alemînî ye. Nexwe tu selewatê ji bo gihandina wî rehmeten lîl‘alemînî bike wesîle û wî zatî jî bike wesîleya rehmeta Rehman. Ku hemû umet derheqê (s.) yê ku rehmeten lîl‘alemîn e de bi niyeta rehmetê bêhed û hesab selewatê tînin, bi awayekî zelal îsbat dike ka rehmet diyariyeke îlahî ya çi qeder qîmetdar e û daîreke wê ya çiqas fireh e.
Welhasil: Wek çawa pirlantaya herî hêja ya gencîneya rehmetê û dergevanê wê Zatê Ehmediye (s.) ye, mifteya wê ya yekemîn jî “bîsmîllahîrrehmanîrrehîm”e; û mifteya wê ya herî hêsan jî selewat e.