min zaniye ku ez du şagirdên Nûrê yên xort û xalis ên wek ‘Eliyê Kuleönü’yî û Lutfî ‒rehma xwedê li wan be‒ li ser welîkî mezin ê derve re digrim jî çawa dibe ku di riya heweseke bêfayde ‒belkî zirardar de‒ bêyî ku hûn meqamê me‘lûm û bilind ê şexsê manewî yê hevalên xwe û xêrwxaziya muselem (nayê înkarkirin) a Ustadê xwe ya li hember xwe bifikirin û hem bi awayekî ku ji wî belengazî re zirardar û her wiha bi awayekî ku damara şêxîtiyê tehrîk bikin de hûn meqamekî derve (ku ji aliyê we ve meçhûl) sohbet bikin; eva hanê ne munasib e.
Ev rexneya hanê ‒haşa‒ ne ji we tevan re û ne jî ji piraniya we re ye, ne jî ji kêmasiya zatekî, dudu ya sisêyan re ye jî, ji ber ku dilê wan gelek safî ye û daxwazeke wan a zêde li ser terîqetê heye. Hem damara herî qels a Ispartayê ku terîqeta ku sebebê tawanbarkirina me ye bi awayekî xurt wek sebeb nîşan dayîn ez dibêjim qey ew e ku ev daxwaza bêmane ya terîqetê bûye sebeb. Ez wisa texmîn dikim ku sebeba herî xurt a girtina me ya li vir ji ber hewesa hin van dilsafan e û her wiha ku rengeke terîqeta dane pêwendiya wan a digel min. Ez ji we gelek rica dikim ku ji ber vê rexneya min bila dilê we nemîne.
Seîdê Nûrsî
***
Birano!
Her kes, hetanî ez jî xwe ji parêzî û berevaniya Rîsaleê Nûrê bide alîkî, pênc birayên me divê xwe nedin alîkî. Ev hevalên me; Husên Usta, Xelîl Îbrahîm, Re’fet Beg, Xusrew û Heqî Efendî ye. Ji ber bêîhtiyatiya bêhemdî ya hersêkên pêşî û kîn û xereza neyarên zahirî yên herduyên dî hate xwestin ku zerereke mezin bidin Rîsaleê Nûrê.. Eger Rîsaleê Nûr wisa zêde meşhûr û belav nebûya, (yanî) eger bi nîmeteke mezin netîce nadabûya, ji ber ku evqas bûye sedemê zehmetkêşiya şagirdên Rîsaleê Nûrê yên mazûr û masûm, dê rûhê van birayên me pir bêşiya. Va ye ji her kesî bêtir divê ev pênc birayên me îhtiyatê bikin û bibin yekwicûd.
Seîdê Nûrsî
***