Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

mînakê bêhtir birêkûpêk e û bêhtir mukemel e û hemû derdora wê tijî hîkmetên mu‘cîzane ne; mirovekî hov ê ku xwediyê ramana siruşperestiyê ya ku ber bi înkara ulûhiyetê ve diçe, dikeve nava wê. Fikir nekir ku ew qesr esera sen‘etê zatê Wacîbul-Wucûd ê derveyî daîreya mumkînatê ye, berê xwe jê da alîkê û di daîreya mumkînatê de mecmûeyeke qanûnê adetên îlahî û fihristeka sen‘etê rebbanî ya ku di şûna lewheyeke ‘dinivîse-xera dike’ ya qedera îlahî de ye û deftereka qanûnên îcraata qudreta îlahî ya tê guherîn e û bi şaşî û bi xetayê navê “siruştê” jê re hatî dayîn dibîne. Û wisa dibêje: “Madem ev tiştana sebebekê dixwazin. Qasî vê defterê munasebeta tiştekî naxuye. Çendan, ji tu aliyan ve aqil qebûl nake; ev deftera bê çav, bê şuûr, bê hêz nikare vê îcada ku karê rubûbiyeta mutleq e û qudreteka bêhed pêwist dike, bike. Bes, madem ez (heyîna) Sani‘ê Qedîm qebûl nakim; nexwe, ya munasib ew e ku ez bibêjim vê defterê ev çêkiriye”. Emê jî bêjin:    

   Ey ehmeqê serxweş ê ku ji ehmeqê herî ehmeqan ehmeqî bûyî! Serê xwe ji avzêlka siruştê derxîne, li pişt xwe binêre. Wî Sani‘ê Zulcelal ê ku ji zerreyan bigre hetanî gerstêrkan hemû mewcûdat bi zimanên cuda cuda şahidiya wî dikin û bi tiliyên xwe wî îşaret dikin, bibîne. Û cilweya Neqaşê Ezelî ya ku ew qesir çêkiriye û di wê defterê de bernameya qesrê nivîsiye, bibîne û li fermana wî binêre û Qur’ana wî guhdarî bike û ji hezeyanan xelas bibe.   

   Mînaka Duyemîn: Mirovekî gelek hov, dikeve daîreyeka leşker­gehê ya muhteşem de. Di wê daîreyê de Perwerdeyiyên giştî û pevra û tevgerên muntezem ên artêşeke birêkûpêk dibîne. Dibîne ku bi hereketa leşkerekî tabûrek, hengek (alay), firqeyek (tûmen) radibe, rûdine, diçe; li ser fermaneke gule-reşandinê guleyan direşînin. Hişê wî yê zivir û hov ji ber ku fermandarekî, pergalên dewletê û qanûna padîşahî û fermana wî fermandarî û fermandariyê fêm nake û înkar dike, wisa disêwirîne ku ew leşkerana bi benekê bi hev va girêdayî ne. Difikire ka ew ben çi benekî xarîqeye û di heyretê de dimîne. Paşê rojeka înê diçe mizgefteka gelek mezin a wekî Ayesofyayê û dikeve hundir. Dibîne ku ew cemaeta Musilmanan bi dengê merivekî radibin, xwe ditewînin, diçin secdeyê û rûdinin. Ji ber ku wê şerîeta ku ji hemû qanûnên manewî û semawî pêk tê û her weha wan distûrên manewî yên ku fermana Xwediyê şerîetê ne fêm nake, ji xwe re wisa disêwirîne ku ew cemaet bi benên madî hatine girêdan û ew benên wisa ecêb wana dîl girtine û dide leyistandin û bi fikreke wisa mesqere derdikeve, diçe ku heywanên cinawir ên herî hov û yên li ser sûretê mirovan de jî dide kenandin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat