Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

Û hin leşkerên xwedîwîjdan ên sê parêzgehan wisa gotine: “Şagirtên Nûrê zabiteyên manewî ne. Di parastina ewleyiyê de alîkariya me dikin. Qedexekerêkî dixin serê her kesê ku bi îmana tehqîqî Nûrê dixwîne de û hewl didin ku ewleyiyê te’mîn bikin. Nimûneya vê jî girtîgeha Denîzliyê ye. Dema Rîsaleê Nûrê û Rîsaleya Mêweyan a ji bo girtiyan hatî nivîsîn kete wir de, di nava sê mehan de ji dused kesan zêdetir mehbûs ewqasî zêde bûne îtaetkar û rewşeke wisa ya salîhane û dîndarane wergirtine ku zilamekî ku bikujê sê çar mirovan bû xwe ji kuştina bihoka bi navê bizmik dida alî. Êdî bûne dilovan û bêzerer û ji welêt re bûne organeke faydedar. Heta karmendên fermî bi heyret û bi teqdîr li vê rewşê dinêriyan. Hem hin xort hebûn ku hê hukim nexwarîn wisa gotin: “Eger Nûrcî di girtîgehê de bimînin emê jî xwe bidin mehkûmkirin û emê lêbixebitin ku cezayê bistînin, da ku em ji wan dersê bistînin û bibin wekî wan û bi dersa wan emê xwe îslah bikin.”   

   Eve kesên ku şagirdên Nûrê yên wisa bi xerakirina asayişê tawanbar dikin bi qet‘î bi awayekî gelek xerab xapiyane yan jî hatine xapandin yan jî bizanîn yan jî binezanîn li ser hesabê anarşîstiyê hukumet xirandine û dixwazin bi tehdayiyan me bipelçiqînin. Emê li hember wan bêjin:   

   “Madem mirin nayê kuştin û gor nayê girtin û rêwiyên vê mêvangeha dinyayê gelek bilez û bi qilqal (telaş), qefle qefle dikevin bin axê de û winda dibin; belkî emê gelek di nêz de ji hev veqetin. Hûnê bi awayekî hêwilnak cezayê stema xwe bibînin. Qet nebe hûnê herin ser sêdara îdama ebedî ya mirinê (ew mirina) ku derheqê ehlê îmanê yê mezlûm de tezkereya terxîsê ye. Ew zewqên fanî yên ku we bi tewehuma ebediyetê standî wê veguherin elemên baqî û kedernak.” Çi heyf ku neyarên me yên munafiq, ji heqîqetên Îslamiyetê yên ku bi xwin û şûrê sedan milyon şehîd û xaziyên egît ên di meqamê weliyan de ên vî miletê dîndar re carinan navê terîqetê lê dikin û meşreba terîqetê ya ku tîrêjeke tenê ya wê rojê ye heçko ew Roj bixwe ye nîşan didin û hinek karmendên bêdiqet dixapînin û ji şagirdên Nûrê yên ji heqîqeta Qur’anê û ji heqîqetên îmanê re bi awayekî bandordar dixebitin re navê “terîqetparêz” û “cemiyetparêzên siyasî” li wan dikin û dixwazin bixin eleyhiyê me de. Em hem ji wan re hem ji yên ku di eleyhiyê me de li wan guhdarî dikin re, wek çawa me di dadgeha Denîzliyê de gotibû, dibêjin ku:   

   “Heqîqeteke qudsî ya ku sedan milyon serî fedayê wê bûne serê me jî bila fedayê wê bibe. Hûn dinyayê di serê me de bikin agir ew seriyên ku fedayî heqîqetên Qur’anê bûne wê ji zindîqan re teslîmî sîleh nekin û wê dest ji wezîfeya xwe ya pîroz bernedin bi izna Xwedê!”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat