dibêje: Dema ehlê hîdayetê dimirin asîman û erd li ser cenazeyên wan digirîn, naxwazin ji wan veqetin. Ji ber ku pêwendiya gerdûnê hemûyê bi ehlê îmanê re heye û jê dilşad in. Lewra ji ber ku bi baweriyê Afirînerê gerdûnê nas dikin, qîmetê gerdûnê teqdîr dikin û hurmetê jê re digrin û jê hez dikin. Mîna ehlê delaletê heqaretê lênakin û neyartiyeke sergirtî (zimnî) lê nakin
Ey însan birame! Elakulîhal tuyê bimirî. Eger tu peyrewê nefs û şeytanî bî, cîranên te, belkî xizmên te da ku ji xirabiya te xilas bibin dê kêfxweş bibin. Eger tu bibêjî Eûzûbîllahîmîneşşeytanîrrecîm û li pey Qur’an û Hebîbê rehmanî herî, wê demê asîman û erd û mewcûdat, nîsbet dereceya her kesî li gor dereceya te wê ji veqetîna te xemgîn bibin û wê ji aliyê manewî ve bigirîn. Destnîşan dikin ku di wê alema beqaya ya ku tu dê bi şîneke ulwî û verêkirineke (teşyî) biheşmet û bi deriyê gorê re têkeviyê, bi nîsbet dereceya te ji te re pêşwaziyeke xweş heye.
NÎŞANA SÊZDEHEMÎN
Sê Xal in.
Xala Yekemîn: Hîleyeke herî mezin a şeytanî, ji aliyê mezinahiya heqîqetên îmanê ve wan mirovên dilteng, kêmaqil û kurteraman dixapîne, dibêje ku: “Tê gotin ku zatekî bi tenê, hemû zerre û seyarat û stêr û mewcûdatî bu hemû ehwalê xwe ve di daîreya rubûbiyeta xwe de sewq û îdare dike. Mirov çawa dikare meseleyeke evqas ecêb û mezin bawer bike? Dê çawa di qelbî de cî bigre? Ev fikir çawa tê qebûlkirin.” Û ji aliyê ‘ecza însanî, hesteke înkarê hişyar dike.
Bersiv: Raza ku vê deka şeytanî dide sekinandin ‘Ellahû ekber’ e. Û bersiva wê ya rasteqîn jî ‘Ellahû ekber’ e. Belê, sedema ku di şeairên Îslamê de “Ellahû ekber” zêde tê dubarekirin mehûkirina vê dekê ye. Lewra quweta însanî ya aciz û qudreta wî ya qels û fikra wî ya teng, heqîqetên wisa bêhed û hesab mezin bi nûra “Ellahû Ekber”ê dibîne û bawer dike û bi hêza ‘Ellahû ekber’ê wan heqîqetan hildigre û di daîreya ‘Ellahû ekber’ê de bi cî dike û ji qelbê xwe yê ku ketiye wesweseyê re wisa dibêje:
Tedbîr û tedwîra pirr birêkûpêk a vê gerdûnê li ber çave me ye, dixuye. Di vir de du rê hene:
Rêya pêşî: Mumkin e. Bes gelek mezin e û xarîqe ye. Jixwe berhemeke wisa xarîqe, bi sen‘eteke wisa xarîqe, bi rêyeke gelek sosret dibe. Ew rê jî ew e ku mewcûdat bi rubûbiyet û îrade û qudreta zatekî