Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   NOTAYA ÇARDEHEMÎN: Çar Remzên Biçûk in ku derbarê Tew­hîdê de ne.    

   Remza Ewil: Ey însanê esbaperest! Gelo eger tu bibînî ku qesrekî ecêb ji cewherên xerîp çêdibe. Beşeke wan cewherên ku ji wê avahiyê re tên serfkirin li Çînê peyda dibin. Beşeke dî li Endilûsê, beşek li Yemenê, beşek li Sîbîryayê ne. Di dema çêbûna avahiyê de, tu bibînî ku di eynê rojê de ji rojhilat, ji bakûr, ji rojava, ji başûr ew kevirên cewherdar, bi hêsanî celb dibin û ew qesr çêdibe; êdî guman ji te re namîne ku ew ustayê ku wê qesrê ava dike hakimekî mucîzekar e ku serweriya wî li ser hemû kureya erdê hukim dike.    

   Va ye, her heywanek qesreke îlahî ya wisa ye. Nexasim, însan, delaltirîn û ecêbtirînê wê qesrê ye. Cewherên vê qesra ku jê re dibêjin însan, wek çawa beşeke wê ji alema erwahê, beşeke wê ji alema mîsalê û alema lewhê mehfûzê û beşeke din jî ji alema hewayê, ji alema nûrê, ji alema enasiran tên. Ev însan qesrekî wisa ecêb û xerîb e ku hewcedariyên wî heta ebedê diçin, daxwazên wî belavî derdorên erd û asîmanan bûne, rabite û eleqeyên wî belavî dewrên dinya û axretê bûne.    

   Va ye ey însanê ku xwe însan zen dike! Madem mahiyeta te wisa ye; yê tu çêkirî (afirandî) divê zatekî wisa be ku dinya û axret di hukmê du qonaxan, erd û asîman di hukmê du rûpelan, ezel û ebed wekî duh û sibe de be û li wan teseruf bike. Nexwe, divê me‘bûdê însanî û penah û xelaskerê wî ew be yê li erd û asîmanan serweriyê dike, xwediyê hevsarê dinya û axretê ye.    

   Remza Duyemîn: Hin ebleh hene ku rojê nas nakin jî, lê eger di neynikê de rojê bibînin hema dev ji hezkirina wê (neynikê) berdidin. Bi hirsiyeke dijwar hewl didin ku wê biparêzin da roja di nava wê de winda nebe. Çi dema ku ew ebleh têbigihîje ku bi mirina neynikê roj namire û bi şikestina wê fena nabe, wê hemû hezkirina xwe vegerîne ba roja asîmên. Hingê, dê zanibe ku ew roja ku di neynikê de xuya dike ne bi neynikê ve ye û heyina wê ne bi wê ve girêdayî ye; belkî roj e ku wê neynikê di wî awayî de digre û li hawara biriqîna wê û nûra wê tê. Mayendebûna rojê ne bi wê ve ye; belkî heyina biriqîna heyatdar a wê neynikê bi cilweya rojê ve ye.    

   Ey însan! Qelbê te û nasname û mahiyeta te neynikek e. Hezkirineke beqayê ya dijwar a ku di fitreta te de ye û di qelbê te de ye ne ji bo wê neynikê ye û ne ji bo qelbê te û mahiyeta te ye. Belkî hezkirinekete ya li hember cilweya Baqiyê Zulcelal e ku li gorî îstîdadê di wê

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat