Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

hewl didin ku wana biparêzin. Piştî ku mezin bûn, ew wezîfe radibe, lezet jî diçe. Carinan li ferxika xwe dixe, teneyê ji destê wê digre. Bes, wezîfeya makên mirovî hinekî didome. Ji ber ku di mirovan de ji aliyê qelsî û zeîfbûnê ve her tim wekî zaroktiyekê heye; her demê jî hewcedarê şefqetê ye. Va ye li hemû heywanên nêr ên wek dîkan ku şivantiyê dikin û li makên wan ên wekî mirîşkan binêre û zanibe ku wana li ser hesabê xwe, li ser navê xwe û ji boyî kemala xwe wê wezîfeyê nabînin. Ji ber ku di wezîfeyê de pêwist bike, jiyana xwe feda dikin. Belkî wê wezîfeyê li ser hesabê Mun‘imê Kerîm û li ser navê Fatirê Zulcelal dibînin ku wî, wana di wê wezîfeyê de wezîfedar kirine û bi dilovaniya xwe lezetek xistiye nava wê wezîfeyê.   

   Hem delîlek ku di xizmetê de ucret heye jî eve ye ku: Nebat û dar bi helwesteke ku şewq û lezetekê didin hîskirin fermana Fatirê Zulcelal bi cî tînin. Ji ber ku ew bêhnên xweş ku belav dikin û ew xemla wan a ku nezera muşteriyên xwe bikêşe ser xwe û ji boyî simbil û mêweyên xwe, xwe ewqas feda dikin ku heta birizin, eva hanê ji ehlê diqetê re nîşan didin ku, di pêkanîna fermana îlahî de ji wan re lezeteke wisa heye ku xwe bixwe mehû dikin û dirizînin.

   Binêre darên fêkîdar ên wekî goza Hindistanê ku gelek konser­weyên şîrî li ser serê xwe hildigirin û dara hêjîrê bi lîsanê hal ji gencîneya rehmetê xidayeke gelek xweş a wekî şîrî dixwaze, distîne, bi mêweya xwe dide xwarin, ew bixwe heriyê dixwe. Dara hinarê şerabeke safî ji gencîneya rehmetê distîne, bi fêkiya xwe dide xwarin, ew bixwe qenaeta xwe bi aveke biherî û şîlo tîne.    

   Heta di dexl û zadî de jî di wezîfeya simbildanê de arzûyeke zahir xuya dike. Wek çawa ew kesê ku li dereke teng hatibe hepiskirin muştaqê wê çendê ye ku bikeve bostanekê, derkeve dereke fireh; eynê wisa jî, di dexl û danî de jî di wezîfeya simbildanê de weziyeteke wisa keyfîn û bi îştiyaq xuya dike.

   Va ye ji ber vê distûra dirêj a xudanraz a ku di gerdûnê de cereyan dike ku jê re “sunetulah” tê gotin; yên bêkar, tiral, di rehetiyê de, li ser doşeka rehetiyê xwe dirêj dikin bi pirranî ji yê kar dike bêhtir zehmet û diltengiyê dikêşin. Ji ber ku her tim yê bêkar ji emrê xwe giliyê dike, dixwaze bi kêf û lîstikan zû bibore. Lê yê xebatkar û karmend şukirdar e, pesnê Xwedê dide, naxwaze temenê wî (zû) derbas bibe.

اَلْمُسْتَرِيحُ الْعَاطِلُ شَاكٍ مِنْ عُمْرِهِ وَالسَّاعِىُ الْعَامِلُ شَاكِرٌ

distûreke kulî ye. Hem ji ber wê razê ye ku cumleya “rehet di zehmetê de ye, zehmet di rihetiyê de ye”

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat