وَهُوَ لِكُلِّ دَاءٍ دَوَاءٌ
Maneya wê: “Ev kitêb, dermanê her derdî ye.”
Yek ji wan tewafuqên letîf e ku: Digel nusxeya Re’fet Beg a ku ji teswîda pêşî gelek bilez nivîsî, di nusxeyeka din a ku Xusrew nivîsî de bêyî îxtiyar û fikirîn, me ew elîfên ku ketibûn serê rêzê jimartin, eynen tewafuqî vê cumleya َ
هُوَ لِكُلِّ دَاءٍ دَوَاءٌ
dikin. (Haşiye) Hem dîsa bi ferqeke tenê tewafuqî navê Seîd ê nivîskarê vê kitêbê dike. (Haşiye) Bes elîfeka ku di nivîsa aidê ‘inwana Rîsaleyê de ye nehatiye hesabkirin.
Bes tişteka gelek sosret e ku: Nusxeya ku Suleyman Ruşdî nivîsî, bêyî ku elîf were bîra wî û bêyî ku elîfan bifikire, sed û çardeh elîf tawafuqî sed û çardeh sûretên Qur’anê yên ku sed û çardeh şîfayên sedrî dihewîne, dike; digel wê jî,
وَهُوَ لِكُلِّ دَاءٍ دَوَاءٌ
ku “lem”a bişedde yek were hesibandin tam û tam tewafuqî sed û çardeh herfên wê dike.
Zeyla Lem‘eya Bîst û Pêncemîn(Mektûba Hevdehemîn)
Taziyenameya Zarokan
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَيْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
Birayê min ê axîretê Hafiz Xalid Efendiyê bi rûmet!
وَبَشِّرِ الصَّابِرِينَ، الَّذِينَ إِذَا أَصَابَتْهُم مُّصِيبَةٌ قَالُوا إِنَّا لِلَّهِ وَإِنَّا إِلَيْهِ رَاجِعُونَ
Birayê min, ji ber mirina zarokê te, ez gelekî xemgîn bûm. Lê