Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

إِنَّ اللّٰهَ هُوَ الرَّزَّاقُ ذُو الْقُوَّةِ الْمَتِينُ

وَكَأَيِّن مِن دَابَّةٍ لَا تَحْمِلُ رِزْقَهَا اللّٰهُ يَرْزُقُهَا وَإِيَّاكُمْ

   Heqîqeta ku ev ayetana îfade dike.. Mexlûqên cûrbecûr yên hemû candaran bi zimanê hal diqêrin û vê heqîqeta kerîme dixwînin. Heta ne ku xizmên extiyar tenê, belkî, rizqê hin mexlûqên mîna pisîkan ku bûna hevalê mirovan û rizqê wan jî di nav rizqê mirovan de tê şiyandin jî, di awayê bereketê de tê. Ev mînaka hanê ku min bixwe dîtiye vêya piştrast dike: Dostên min yên nêzî min dizanin ku berî niha du-sê salan her roj nîv nan ‒nanê wî gundî biçûk bûn‒ tayîna min hebû ku pirî caran têra min nedikiri. Paşê çar pisîk bûne mêhvanê min. Ew tayîna min hem têra min kir hem jî têra wan kir; gelek caran zêde jî dima. Va ye ev rewşa hanê gelek hate dubarekirin ku hetanî ji min re yeqîn çêbû ku ez ji bereketa pisîkan sûdê werdigirim. Ez bi awayekî qet’î vêya îlan dikim ku; ewana ji min re ne bûne bar, hem ne ku ewana di bin mineta min de ne, ez di bin mineta wan de me.    

   Ey însan! Madem heywaneke ku di sûretê cinawirê de ye, dema li mala mirovan bû mêhvan dibe sedema bereketê; eynen wisa jî. Di nav mexlûqan de yê herî birûmet mirov e; di nav mirovan de yê herî mûkemel ehlê îmanê ye; di nav ehlê îmanê de yên herî zêde layiqê hurmet û dilovaniyê extiyarên nexweş in; di nav extiyarên nexweş de yên herî layiq û musteheqê şefqet û xizmet û hezjêkirinê ne xizm in; di nav xizman de dostê herî heqîqî û hezkiroxê herî sadiq dê û bab in. Eger ev dê û bab di rewşa xwe ya extiyariyê de di malekê de bin çi qeder dibin sedema bereket û rehmetê ne.   Herweha li gorî raza

لَوْلَا الشُّيُوخُ الرُّكَعُ لَصُبَّ عَلَيْكُمُ الْبَلَاءُ صَبًّا

   “Eger extiyarên we yên piştxûz nebana, dê mîna lehiyê bela bi ser we da birijiya,” 1  çi qeder sedema def’a bela­yan e tu qiyas bike.    

   Va ye, ey însan! Hişê xwe bîne serê xwe; eger tu nemirî tu dê extiyar bibî. Li gorî raza

اَلْجَزَاءُ مِنْ جِنْسِ الْعَمَلِ

tu ji dê û babê xwe re hurmetê negirî, zarokên te jî dê bo te xizmetê nekin. Eger tu ji axreta xwe hez dikî, va ye bo te gencîneyeke girîng, ji wan re xizmetê bike, dilxweşiya wan bidest bixe. Eger tu ji dinyayê hez dikî, dîsa wana dilxweş bike ku seba xatira wan jiyana te di rehetiyê de û rizqê te jî bibereket derbas bibe.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat