Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   A Yekemîn: Me di dawiya Peyva Dehemîn û di dawiya Peyva Bîst û Nehemîn de bi kurtasî û di nameya Bîstemîn de jî bi tefsîlat û bi burhanên gelek qet‘î îsbat kiriye ku nîsbet qudreta zatê Ferd û Ehed îcada tişta herî mezin wekî tişta herî biçûk hêsan e. Biharekê wekî kulîlkekê bi hêsanî diafirîne. Her bihar mînakên hezaran heşran li ber çavê me bi hêsanî îcad dike. Dareka mezin wekî mêweyeke biçûk bi rehetî îdare dike. Eger evana were spartin bo gelek esababî, her mêweyek bi qasî darekê mesrefdar û zehmet e û kulîlkek bi qasî biharekê zehmet e û zor e.    

   Erê, wek çawa eger techîzata leşkerî ya artêşekê bi fermana ferman­darekî, di fabrîqeyekê da were çêkirin, techîzata wê artêşê heçko techîzata neferekî tenê, wisa hêsan dibe. Eger cîhazên wî neferî di fabrîqeyên cuda cuda de were çêkirin û îdareya wî ya leşkerî ji wehdetê tekeve kesretê, wê demê her neferek bi qasî artêşekê fabrîqeyan dixwaze. Eynen wisa jî, eger her tişt were dayîn bo zatê Ferd û Ehed, wê demê ferdên bêhed ên new’ekî hemûyê wekî ferdekî tenê hêsan dibe. Eger were dayîn bo esbabî, her ferdek, wekî wî new‘î zehmet dibe.    

   Belê wehdet jî, ferdiyet jî her tişta te bi spartina bi wî Zatê Wahid ve dibe û îstînadî wî dike. Û ew îstînad û ew întîsab dibe ku bo wî tiştî bikeve şûna hêzek û qudreteke bêhed. Hingê ew tişta biçûk bi hêza wê întîsab û wê îstînadê dibe ku ji hêza xwe ya şexsî sed qatan bêhtir kar bike û dibe ku encaman bide. Û ew tişta ku îstînadî Ferdê Ehed ê gelek xurt e, îstinad û întîsabî wî neke, dibe ku li gor hêza şexsê xwe kar bibîne û dê encama wê jî li gor wê biçûk bibe.    

   Meselen: Wek çawa mirovekî bêserî û gelek wêrek û xurt ji ber ku mecbûr e ku zad û zexîreya xwe li ser pişta xwe hilgire, dikare li hemberî deh zilamên neyar tenê muweqeten xwe rabigre. Çunkî hêza wî ya şexsî dikare ewqas eser nîşan bide. Bes, ew merivê ku bi tezkereya leşkeriyê xwe bi fermandarekî mezintirîn ve girêbide û xwe bispêre wî, ji ber ku ew bixwe jêderkên hêza xwe û depoya erzaqî nakêşe û ne mecbûrî wê çendê ye ku bikêşe, ew xwegirêdan û ew xwespartin jê ra dikeve şûna hêzeka bêdawî û gencîneyekê, bi hêza wê spartinê dikare mereşalekî artêşa dijminê ku têk çûye, belkî dikare digel hezaran mirovî dîl bigre.    

   Nexwe di wehdetê de û di ferdiyetê de wek çawa mûriyek bi wê întisabê dikare Firewnekî, mêşek dikare Nemrûdekî, mîkrobek dikare zorbeyekî têk bibe, dendikeka biçûk a bi qasî nokekê jî dikare

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat