nan heft tebeqên erdê jî hene. Ev mesele ji feylesofên vî zemanî re wisa dixuye ku herwekî ne rast be. Fenên wan ên derbarê erd û asîmanan de vê qebûl nakin. Vê dikin wasîte û îtîrazê li hinek heqîqetên Qur’anê dikin. Emê bi kurtî çend îşaretan binivîsin.
Ya Yekemîn: Ewela: Maneya ayetê cuda ye û efrad û masedeqên wê cuda ne. Va ye eger ji wan gelek ferdê wê maneya kullî ferdek tunebe, ew mane nayê înkarkirin. Ji gelek ferdên maneya kullî yên derbarê wê çendê de ku asîman heft tebeq in û erd heft qat in, heft masedeq bi zahirî xuya dikin.
Ya duyemîn: Di seraheta ayetê de negotiye “heft tebeq erd”.
اَللّٰهُ الَّذِى خَلَقَ سَبْعَ سَمٰوَاتٍ وَمِنَ اْلاَرْضِ مِثْلَهُنَّ
heta dawiya ayetê... Zahirê ayetê dibêje ku: “Erd jî mîna heft asîmanan afirandiye û ji mexlûqên xwe re kiriye mesken. Nabêje min wek heft tebeqe afirandiye. Lê heçî mîsliyet e, ji cîhetê mexlûqiyet û niştecîbûna mexlûqatan ve teşbîhek e.
Ya Duyemîn: Dinya herçiqas nîsbet asîmanan gelek biçûk e, lêbelê ji ber ku di şûna pêşangeh, mezher, mehşer û merkeza mesnûatê îlahî yên bêhed de ye; wek çawa qelb dikeve muqabilê cesedî, dinya jî li hemberî asîmanên qerase û bêhed û weke navendeke manewî dibe ku muqabil were. Ji ber wê çendê, ji berê û pêşde heft * parzemînên dinyayê yên di miqyasa biçûk de, hem heft parzemînên ku bi navên Ewrûpa, Efrîqa, Okyanûsya, Du Asya, Du Amerîka tên nasîn, hem digel deryayê rojhilat, rojava, bakûr û başûr heft parzemînên malûm ên di vî rûyî de û di rûyê nû yê dinyayê de; hem heft tebeqên bi hev ve (mutesil) û cûrbecûr yên ji navendê hetanî qalikê derve ku ji aliyê hîkmetê ve û ji aliyê fenê ve sabit in û hem heft cûre unsûrên kulî yên meşhûr ên jê re “heft qat” tên gotin ku heftê unsûrên besît û cuz’î yên ji candaran re bûne sedema jiyanê, dihewîne; hem heft tebeqên meadin û nebatat û heywanatê ku jê re “mewalidê selase” tê gotin ên digel av, hewa, agir û axê yên jê re çar unsur tê gotin; û heft tebeqên alemê; hem alem û meskenên mexlûqên xwedan-şuûr û candarên din ên cûrbecûr ên cin û îfrîtan hene, hem heft tebeqên erdê yên bi şahidiya gelek zêde ehlê keşf û eshabê şuhûdê ve sabit e; hem îşaretê wê çendê dike ku heft kureyên erdê yên dî yên dişibihin kureya erda me hene û biryargeh û meskenên candaran e; ev îşaret e ku kureya erdê heft tebeq in ku ev heft tebeq ji ayetên Qur’anê hatiye fêmkirin.
Va ye, bi heft new‘an û bi heft terzî tehequq dibe ku heft tebeqên erdê hene. Maneya dawî ya heştê ji aliyekî dî ve girîng e; ew ne di nava heftê de ye.

