Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

هَدَيْنَا اللّٰهُ وَاِيَّاكُمْ اِلَى الصِّرَاطِ الْمُسْتَقِيمِ

   NOTAYA ŞEŞEMÎN: Ey mirovê reben, ku ji zêdebûna kafiran û ji îtîfaqa wan a di înkara hin heqîqetên îmanê de dikeve qilqalê (telaşê) û îtîqada xwe xera dike! Zanibe ku qîmet û ehemiyet, ne di kemiyet û zêdebûna hejmaran de ye. Ji ber ku eger însan ne însan be, vediguhere heywanekî şeytan. Însan, her ku wekî fereng û frengmeşreban di hirsên heywanî de bi pêş de diçe, hê bêhtir mertebeya heywanbûnê distîne. Tu dibînî ku ji aliyê hejmar û liban ve zêdebûneke bêhed û hesab a heywanan heye û nîsbet wan, însan gelek hindikin jî ew însan li ser hemû cûreyên heywanan bûye sultan û xelîfe û serwer. Va ye kafirên ziyandar û ew sefîhên (gewgezerên) ku di rêya kafiran de diçin, ji heywanên Xwedê cûreke xebîsan in ku Fatirê Hekîm wana ji boyî avakirina dinyayê afirandine. Ji bo ku dereceya nîmetên ku ji evdên xwe yên bawermend re kirî bide zanîn, ew kirine wahidê qiyasî û di dawiyê de wê radestî wê dojeha ku heq kirine bike.   

   Va ye, di înkar û nefîkirina kafir û ehlê delaletê ya heqîqeteke îmanê de hêz tuneye. Ji ber ku, li gorî raza nefyê îtîfaqa wan bêhêz e. Hezar nefîker di hukmê yekî de ne. Mînak: Xelkên Stenbolê hemûçk serê remezanê ji ber ku heyv nedîtine înkar bikin, bi îsbata du şahidan ew nefî û ew îtîfaq hemû tevde dikevin. Madem mahiyeta kufr û delaletê nefî ye, înkar e, cehl e, edem e; tu qîmeta îtîfaqa kafiran a bizêdayî tune. Di meseleyên îmanî yên ehlê heqê yên heq û sabit û subûta wan hatî îsbatkirin de hukmê du bawermendên ku xwe dispêrin şuhûdê, li ser îtîfaqa ehlê delaletê ya bêhed û hesab re ye, wê têk dibe. Raza vê heqîqetê eve ye ku:    

   Doza nefîkeran, wek xuya dike yek jî be lê gelek in; nagihin hev, heta zexm bibe. Doza îsbatkeran yekîtiyê çêdike, hêzê ji hev distînin. Ji ber ku yê li asîmanan hîlala remezanê nebîne wisa dibêje: “Li gorî nêrîna min heyv nîne; li cem min xuya nake.” Yekî dî jî dibêje: “Di nezera min de nîne.” Yekî dî jî wisa dibêje. Her yek dibêje ku di nezera wan de nîne. Ji ber ku nêrîna her yek ji wan cuda cuda ye û esbaba ku ji dîtinê re dibe perde cuda cuda ye, doza wan jî cuda cuda dibe, nikarin hêzê bidin hev. Lêbelê yên îsbat dikin wisa nabêjin: “Li gorî dîtina min û li ber çavê min hîlalek heye”; belkî dibêje: “Di eslê xwe de, li rûyê asîmanan hîlalek heye, xuya dike.” Heçî yê dîtî hemû, eynê dozê (diparêzin) û dibêjin: “Di eslê xwe de heye.” Nexwe doz hemû yek in. Ji ber ku nêrîna nefîkeran cuda cuda ye, doza wan jî cuda

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat