Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

îbadetê rojekî. Heta, birakî min ê axretî, ew zatê ku bi navê Muhacir Hafiz Ehmed hebû ku min gelek meraqa nexweşiya wî ya ku dijwar bû, dikir. Îxtar hate ser dilê min: “Wî pîroz bike. Her deqîqeyeka wî dikeve şûna rojeke îbadetê.” Ji xwe wî zatî, bi sebir şukir dikir.

NUKTEYA SÊYEMÎN

   Wek çawa me di Peyvek-du Peyvan de beyan kiriye: Her mirov eger li jiyana xwe ya bihorî bifikire yan wê “ax” yan jî “ox” were ser dilê wî û ser zimanê wî. Yanî yan wê heyfa xwe bîne (teessuf bike) yan jî wê bêje “Elhemdu lîllah”.

   Ew tişta ku teesufê dide gotin, ew elemên manewî ne ku ji zewal û fîraqa wan lezetên dema borî peyda bûne. Lewra zewala nîmetê elem e. Carinan lezeteke demkî elemeke daîmî dide. Îca mitale jî wê elemê derdike, teesûfê jê diherikîne. Ew lezeta manewî û daîmî ya ku ji zewala elemên demkî yên ku di jiyana xwe ya berê de derbas kirî “elhemdu lîllah”ê pê dide gotin. Digel vê haleta fitrî, eger mirov li xêr û xelata axretê ya ku encama musîbetan e bifikire û zanibe ku ‘emrê wî yê kin bi wasîteya wê musîbetê dikeve şûna ‘emrekî dirêj wê demê wê ji sebrê zêdetir şukrê bike. Pêwîst e bibêje;

اَلْحَمْدُ لِلَّهِ عَلَى كُلِّ حَالٍ سِوَى الْكُفْرِ وَالضَّلَالِ

   Gotineke meşhûr heye ku: “Dema musîbetê, dirêj e.” Belê dema musîbetê dirêj e. Bes, wek di urfa însanan de tê zenkirin ne ku ji ber ku tengav e lewma dirêj e, belkî ji ber encamên heyatî yên mîna ‘emrekî dirêj dide, lewma dirêj e.

NUKTEYA ÇAREMÎN

   Wek çawa di Meqama Pêşî ya Peyva Bîst û Yekemîn de hatiye beyankirin: Eger mirov wê sebra ku Xwedê daye wî di rêya ewhamî de belav neke ew sebir li hemberî her musîbetê kafî ye/bes e. Lêbelê, bi tehekuma wehmê û bi sebeb xefleta mirovî û sebeb ku ew wehm dike ku ev jiyana fanî baqî ye, ji ber wê çendê ew hêza xwe ya sebrê li dema borî û li dema bê belav dike; seba vê çendê ew sebra wî êdî têrî musîbeta dema hazir nake û îca ew dest bi gilî dike. Heçko haşa giliyê Xwedê li cem mirovan dike. Hem bi awayekî gelek neheq û mînanî dînan giliyê dike, bêsebriyê nîşan dide. Lewra, her rojeka

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat