Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Nexwe ev qesra alemê û ev fabrîqeya gerdûnê mezherê cilweyeke mezin a navê Quddûs e ku wan fermanên ku ji wê tenzîfa qudsî tên ne ku tenê paqijkerên goştxwer ên deryayê û eyloyên bejahiyê guhdarî dikin, belkî karmendên tendurustiyê yên wekî kurm û mûriyan ên terman kom dikin jî guhdarî dikin. Belkî, wek çawa erîtrosît û lokosîtên xwînê yên di bedenê de digerin jî li wan fermanên qudsî yên paqijiyê guhdarî dikin û di hucrekokên laşî de paqijiyê dikin, nefes jî wê xwînê tesfiye dike, paqij dike. Û wek çawa kêlîç (qepaxa çavî) ji bo paqijkirina çavî û mêş jî bo paqijkirina baskên xwe li wan fermanan guhdarî dikin ev hewa û ewrê qerase jî guhdarî dikin. Hewa, pif dike wê toz û axa ku ketî ser rûyê erdê û paqij dike. Sungêrê ewrî jî avê li bexçeyê erdê direşîne û ax û tozê dadixîne. Paşê, da ku rûyê asîmên jî gemarî neke zû qirşûqalê wê kom dike û bi întîzameke tam xwe bi şûnde dikêşe û xwe vedişêre. Rû û çavê asîmên ên bedew bi awayekî paqijkirî û maliştî û tertemîz û biriqandî nîşan dide. Û wek çawa stêr, unsur, me’den û nebat li wan fermanên paqijkirinê guhdarî dikin, hemû zerre jî guhdarî dikin ku di nav bagerên tehewulatên heyretengîz de wan zerreyana hay ji paqijiyê hene. Nehewce li derekê kom nabin, nakin qerebalix. Gemarî bibin zû paqij dibin. Ji bo ku rewşeke herî paqij, herî nezîf, herî temîz û sûreteke spehîtirîn, saftirîn û letîftirîn werbigrin ji aliyê destekî hîkmetê ve têne sewqkirin.    

   Va ye paqijkirin ku kiryareke tenê ye, yanî heqîqeteke tenê ye, cilweyeke e‘zem a îsmeke e‘zem a wek îsmê Quddûs e ku di daîreya e‘zem a gerdûnê de xuya dike ku raste rast mewcûdiyeta rebbanî û wehdaniyeta îlahî digel esmayê wî ya husna nîşanî çavên wek rojê fireh û wek dûrbînê ne, dike.

   Belê, di gelek parçeyên Rîsaleê Nûrê de bi burhanên qet‘î hatiye îsbatkirin ku; fê‘la tenzîm û nîzamê ku cilweyeke îsmê Hekem û îsmê Hakim in û fil’la tewzîn û mîzan ku cilweyeke îsmê Edl û Adil in û fê‘la tezyîn û îhsanê ku cilweyeke îsmên Cemîl û Kerîm in û fê‘la terbiyeyê û în’amê ku cilweyeke îsmê Reb û Rehîm in, di vê daîreya mezin a alemê de her yek ji wan ji ber ku heqîqeteke tenê ne û fê‘leke tenê ne; wucûba wicûda zatekî tenê û wehdeta wî nîşan didin. Eynen wisa jî, fê‘la tenzîf û tethîrê ya ku mezherê îsmê Quddûs in û cilweyeke wê ne jî mewcûdiyeta wî zatê wacîbul-wucûb wek rojê nîşan didin û wehdaniyeta wî wek rojê nîşan didin. Û ew ef’alê hekîmane wek tenzîm û tewzîn û tezyîn û tenzîfê di daîreya mezintirînê de ji aliyê wehdeta new‘ê xwe ve wek çawa Sani‘ekî Wahid ê tenê nîşan didin, piraniya esmaê husnayê, a rast her yek ji wan hezar û yek esmayan di vê daîreya e‘zem de cilweyeke wê ya e‘zem heye. Û fê‘la ku ji wê cilweyê hatî bi wuzûh û qet’iyeteke li gorî mezinayiya wê, Wahidê Ehedî nîşan didin.

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat