Kitaplar
Rîsaleya Lemeyan

   Paşê, di wê hengameya ku ehlê wiqûfê yê yekem li ser raporên şaş û sethî rexnekariya wan ya di eleyhê me de û digel hucûmên dehşetnak yê Wezîrê Perwedeyiyê, bi belavkirina beyannameykê di eleyhê me de, heta bi hinek xeberan di gava ku li gorî hin nûçeyan ji bo îdama me hinekan dixebitî de, înayeteke rebbanî hate hawarê. Di serî de ku em li benda rexneyên dijwar ên ehlê wiqûfa Enqerê bûn, raporên wan ên teqdîrkarane, heta pênc sandiqên bi bi Rîsaleyên Nûrê tijî hindek şaşiyên wan dîtibûn, di dadgehê de me îsbat kir ku ew xalên ku wana wek şaşî nîşan dayîn ew rastî bixwe ne û di wan xalên ku wan şaşî nîşan dayîn de wan bixwe şaşî kirine, di pênc nusxe rapora wan de me hinek şaşiyên wan nîşan dan. Hember Rîsaleyên Mêwe û Parêznameyê yên ku me şandibûn heft meqaman û hemû rîsaleyên Nûrê yên ku me şandibûn Wezareta Dadê, taybet hember sîleyên dijwar û bandordar ên Rîsaleyên mehrem de em li benda fermanên dijwar ên gefxwer bûn, lêbelê wek nameya ku serokwezîr bû me şandibû ya ku heta tu bêjî mûlayîmane bû û di awayekî wisa de ku herwekî aştiyê bixwaze wisa têkilî me nebûyî vêya hanê bi qet‘î îsbat kir ku heqîqetên Rîsaleê Nûrê bi kerameta înayeta îlahî ew têkbirine û bi awayekî îrşadkarane xwe bi wan daye xwendin û ew daîreyên mezin kirine wek dersxaneyekê û îmana yên dudil û heyirî xilas kiriye û ji diltengiyên me sed carî jî bêhtir kêfxweşî û faydeyên manewî da.    

   Paşê neyarên nihên ez jehrî dam. Û Qehremanê Nûrê yê şehîd Hafiz ‘Elî ji dêl min çû nexweşxaneyê û ji dêl min ve geşta alema berzexê kir û em qehirandin û giriyandin. Min beriya vê musîbetê, li çiyayê Kastamonuyê çendîn caran kire qîr û got: “Birano! goştî meavêjin ber hespî û giyayî meavêjin ber şêr.” Yanî “her Rîsaleyê nedin her kesî da êrîş li me neyê kirin. Hafiz ‘Elî ‒rehma Xwedê lê be‒ bi ling qonaxa heft rojan her wekî bi telefona xwe ya manewî seh bike, di heman demê de ji min re nivîsî ku: “Belê Seydayê min, ev kerameteke Rîsaleê Nûrê ye ku (meriv) goştî navêje ber hespî û giyê navêje ber şêr; belkî giyayî dide hespî û goştî dide şêr ku Rîsaleya Îxlasê da wî meleyê wek şêran. Piştî heft rojan me nameya wî wergirt. Me hesab kir; eynen di wê demê de, dema min li çiyê dikir qîr, wî jî gotinên ecêb di nameya xwe de dinivîsî.    

   Eve, wefata qehremanekî wisa yê manewî yê Nûrê û karûbarên munafiqên nihên ku bi dekên di eleyhiyê me de dixwestin me ceza bikin û endîşeya ku ji ber nexweşiya min a jehirdanê min jî bi fermaneke resmî mecbûrî nexweşxaneyê bikin, em diêşandin de, ji nişka ve înayeta îlahî li hawarê hat. Bi duayên xalis ên birayên min

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494
Fihrist
Lügat