بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ
وَ بِهٖ نَسْتَعٖينُ
Mektûba Yekemîn
بِاسْمِهٖ سُبْحَانَهُ
وَ اِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلَّا يُسَبِّحُ بِحَمْدِهٖ
Bersiveke Kurt a Çar Pirsan e
PIRSA YEKEMÎN: Gelo Cenabê Xizir (e.s.) dijî? Eger dijî çima hin alimên mezin qebûl nakin ku ew dijî?
Bersiv: Dijî; lê dereceyên jiyanê pênc in. Ew di dereceya duyemîn de ye. Ji ber vê yekê hinek alimên mezin derbarê jiyana wî de ketine gumanê.
Dereceya yekemin ya jiyanê, jiyana me ye ku bi gelek qeydan ve girêdayî ye.
Dereceya duyemîn ya jiyanê, jiyana cenabê Xizir û Îlyas eleyhîmusselam e ku hinekî serbest e. Ango, dibe ku di demekê de li gelek deran bin. Mîna me her dem ne girêdayî hewcehiyên mirovî ne.