Hikmeta Xwedê ku der nîşan dabe Dojeha mezin dê li wir bi cî bibe. Belê, Qadirekî Zulcelal û Hekîmekî Zulkemal ku xwediyê fermana úÙä˜
كُنْ فَيَكُونُ
e, (li ber çavê me) bi hikmet û întîzameke tam heyv bi dinyayê ve girêdaye û bi hêz û întîzameke mezin erd bi tavê ve girêdaye. Û bi mezinahiya rubûbiyeta xwe hereketeke welê daye tavê û gerstêrkên wê, wan bi lezahiyeke nêzî lezahiya salane ya erdê, li gorî îhtîmalekê bi aliyê şemsuşumûsê ve diçin. Û stêrên ku mîna lembeyên kehrebê yên şênahiya cejnan e kiriye şahidên nûranî yên selteneta rubûbiyeta xwe. Ew zatê Zulcelalê ku bi wan selteneta rubûbiyeta xwe û mezinahiya hêza xwe nîşan daye… îca ji hikmeta wî ya tam, ji mezinahiya hêza wî û ji selteneta rubûbiyeta wî ne dûr e ku dojeha mezin bike mîna qazana karxaneya lembeyên kehrebê û stêrên asîman yên berê wan li axretê ne bi wan vêbixe; germî û hêzê bidiyê. Ango, ji bihişta ku alema nûrê ye ronahiyê bide stêran, ji dojehê jî agir û germiyê bişîne. Di heman demê de beşeke wê dojehê ji ehlê ezabî re bike cih û ji wan re bike zîndan.
Hem ew Fatirê Hekîm ku dareke mezin ya bi qasî çiya di dendikeke qasî neynûkê de vedişêre. Helbet ji hêz û hikmeta wî zatê Zul-celal ne dûr e ku dojeha mezin di dendika dojeha biçûk ya di dilê dinyayê de ye veşêre.
Bi kurtasî, Bihişt û Dojeh du fêkiyên çiqila dara aferîşê (xilqet) ya ku xwe ditewînin û ber bi aliyê ebedê ve diçin in. Cihê fêkiya dawiya çiqilê ye. Hem du encamên zincîra vê gerdûnê ne. Cihên encaman di herdu aliyên zincirê de ne. Ya jirêzê û giran di aliyê jêr de ye; ya nûranî û bilind li aliyê jor de ye. Hem du mexzen in bo herikîna van îşan û berê manewî yên erdê. Cihê mexzenê jî li gorî cûreyan in; yên nepak li jêr in, yên baş li jor in. Hem du birkên ku van heyberên ku pêl bi pêl ber bi ebedê ve diherikin û diçin in. Hem cihê birkê jî dera ku lehî lê sekinî û kombûyî ye. Ango pîs û guhûrên wê li dera herî jêr de ne, baş û paqijên wê jî li jor in. Hem du cihên tecellîgehên lûtf û qehrê hem yên rehmet û ezametê (mezinatiya Xwedê) ne. Cihê mexzenê jî li gorî texlîtên mehsûlê/berê ne.