“Muhemmedê Erebî gelek aqilmend bû exlaqê wî gelek xweş bû.” Madem ev mesele bi du vebijêrkan ve sînordar e; û madem vebijêrka duyem ne gengaz e û tu kes lê xwedî dernakeve; û madem me bi delîlên qet’î îsbat kir ku nîveka wê tune ye; helbet, digel (doza) hîzbûşşeytana te jî, ji mecbûrî, bi aşkereyî û bi heqqelyeqîn Muhemmedê Erebî Eleyhîsselatû Wesselam Resûlê Xwedê (Resûlellah) ye û kamiltirînê hemû resûlan e û efdelê hemû aferîdan e.