zat û sifet û Esmayê îlahî rabigihîne. Ango wateyên vê kitêba kaînatê pê dide vegotin da Xaliqê wê bide naskirin. Nexwe ji bo xwe; belkî ji bo mûcîdê wan li mewcûdan dinihêre. Hem xîtabî giştî dike. Îca ilmê hikmetê, ji bo mewcûdan li mewcûdan dinihêre. Hem xusûsî xîtabî ehlê fennê dike. Nexwe madem Qur-ana Hekîm, mewcûdan dike delîl, dike burhan, delîl, divê zahirî be û ji aliyê nezera giştî ve zû were fêmkirin. Hem madem Qur-ana Murşîd, xîtabî hemû tebeqeyên beşerî dike, îca tebeqeya zaf jî, tebeqeya awam e. Helbet îrşad divê ku tiştên nelazim, bi îbhamê îcmal bike û tiştên deqîq, bi temsîlê teqrîb bike. Û ji bo ku nexe xeletiyan, tiştên ku di nezerên zahirî de bedîhî ne, bi awayekî zêdebar belkî zerarî texyîr neke. Mesela ji rojê re dibêje: “Sîraceke ku dizivire ye, lembeyek e.” Lewra ji rojê, ne ji bo mahiyeta wê behs dike; belkî ji ber ku ji awayekî ve ew zenbereka întîzamê ye û navenda nîzamê ye, îca întîzam û nîzam ku hene, ji ber ku ayineya marîfeta Sani’ in behs dike.
Belê, dibêje:
وَالشَّمْسُ تَجْرِى
“Roj dizivire.” Bi tabîra “dizvire”, teserrufên muntezem ên qudreta wî ya ku di dewerana zivistan, havîn, şev û rojê de ye îxtar dike û pê, ezemeta Sani’ îfham dike.
Ha eva ev heqîqeta “zivirandinê” çi dibe bila be, li întîzama ku hem meqsûd e hem mensûc e û hem meşhûd e, tesîr nake.
Hem dibêje
وَجَعَلَ الشَّمْسَ سِرَاجًا
bi tabîra “sîracê”, alemê weke qesir, eşyayên tê de jî, weke ku muzeyyenat û metûmat û lewazimatê ku ji mirovan û zîhayatan re hatiye hazirkirin nîşan dide û rojê jî, weke find-dareke musexxer nîşan dide û bi vê îxtarê û rehmet û îhsana Xaliqî dide îfhamkirin.
A niha binihêre, ka ev felsefeya sersem û geveze(zimadirêj) çi dibêje? Binihêre dibêje ku “Roj, kutleyeke mezin a mayî ya narî ye. seyyareyên ku jê firiyane, li dora xwe dide zivirnadin û .. Cesimiya wê ev qas e, mahiyeta wê wisan e, weha ye...” Ji xeynî dehşeteke bidehşet, heyreteke bidehşet, tu kemaleke ilmî nade ruhî.