يَحُولُ بَيْنَ الْمَرْءِ وَقَلْبِهِ
لاَ يَعْزُبُ عَنْهُ مِثْقَالُ ذَرَّةٍ
يُولِجُ الَّيْلَ فِى النَّهَارِ وَيُولِجُ النَّهَارَ فِى الَّيْلِ وَهُوَ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ
di nav bilindayiya şêwazeke ewqas newaze û civakeke welê î’cazkarane de heqîqeta afirandinê (xelaqiyetê) ji xeyalê re teswîr dike û nîşan dide û vedibêje ku: “Hosteyê vê gerdûnê ku Sani’ê Alemê ye, li ser kar, bi kîjan çakûçî Roj û Heyîv bi cihê wan ve kiribe; bi heman çakûçî, di heman demê de dinokan –wek mînak di bîbokên candaran de- di cihê wan de bi cî dike. Asîman bi kîjan pîvanê, bi kîjan aleta manewî tertîb dike û vedike; di heman demê de, bi heman tertîbê perdeya çavî vedike, çêdike, tenzîm dike, bi cî dike. Hem Sani’ê Zulcelal bi kîjan çakûçê manewî yê qudreta manewî stêr bi asîman ve dike, bi heman wî çakûçê manewî nuqteyên îşaretên cihêtiyê (alameta farîqe) yên bêhed û hesab yên di rûyên mirov de ne û hestên wî yên zahirî û batinî li cihê wan nexş dike. Nexwe ew Sani’ê Zulcelal li ser kar e. Daku karên xwe hem nîşanî çavî bide, hem jî nîşanî guhî bide bi ayatên Qur’anê çakûçekî li dinokê dixe, bi peyveke din ya heman ayetê wî çakûçî li Rojê dixe; bi ûslubeke bilind ya herwekî li navenda wê bixe wehdaniyetê di nav ehediyetê bi xwe de û celala zêde (nîhaye) di nav cemala zêde (nîhaye) de û ezameta zêde (nîhaye) di nav veşariya zêde (nîhaye) de û firehiya zêde (nîhaye) di nav diqetê de û heşmeta zêde (nîhaye) di nav rehmeta zêde (nîhaye) de û dûrbûna zêde (nîhaye) di nav nêzîkbûneke zêde (nîhaye) de nîşan dide. Pileya herî dûr ya kombûna dijberan (cem’a ezdad) ku weke negengaz (muhal) tê hesibandin, sûreteke wê ya di pileya wacib de îfade dike, di peyitîne û nîşan dide. Vaye ev awayê îfade û uslûba wê ye ku edîbên herî newaze ji belaxeta xwe re dide secdekirin.
Hem wek mînak: Bi ayeta