hîna beriya ku bibêje, Muxbîrê Sadiq (a.s.w.) tefsîlata herbê beyan kir. Ye’le qesem kir: “Mîna ku dibêjî, eynî wisan bû.” 1
Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye:
اِنَّ الْخِلاَفَةَ بَعْدِى ثَلٰثُونَ سَنَةً ثُمَّ تَكُونُ مُلْكًا عَضُوضًا وَاِنَّ هٰذَا اْلاَمْرَ بَدَاَ نُبُوَّةً وَرَحْمَةً ثُمَّ يَكُونُ رَحْمَةً وَخِلاَفَةً ثُمَّ يَكُونُ مُلْكًا عَضُوضًا ثُمَّ يَكُونُ عُتُوًّا وَجَبَرُوتًا
gotiye û agahî ji şeş meh xîlafeta Hezretî Hesen û zemanê xîlafeta Çar Yarê Guzînan (xulefayê raşidîn) daye û gotiye ku dê piştî wan, xîlafet wergere seltenetê û peyre dê ji wê seltenetê ceberrût û fesada ummetê çê bibe. Bi qeydeyê ku agahî daye derketiye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î ferman kiriye:
يُقْتَلُ عُثْمَانُ وَهُوَ يَقْرَاُ الْمُصْحَفَ وَاَنَّ اللّٰهَ عَسٰۤى اَنْ يُلْبِسَهُ قَمِيصًا وَاِنَّهُمْ يُرِيدُونَ خَلْعَهُ
gotiye û agahî daye ku dê Hezretî Osman bibe xelîfe û dê xel’a wî were xwestin û bi mezlûmî, dê li ser xwendina Qur-anê were qetilkirin. Çawan agahî daye wisan derketiye.
Hem bi neqla sehîh a qet-î înhacamat kiriye û Ebdullah Ibnî Zubeyr, gava ku xwîna wî ya mubarek, bi teberrukî mîna şerbetê vexwariye, ferman kiriye: