Kitaplar
Mektûbat

muqedesatên xwe gorî dikin. Ma qey berjewendiya wê tirkparêziyê ya ji Tirkan re bi vî hawî ye? Sedhezar carî em xwe bi Xwedê diparêzin.

   Efendîno! Ez dizanim ku dema ku hûn ji aliyê heqê ve têk çûyîn hûn serî li hêzê didin. Li gorî raza ku hêz di heqê de ye, heq ne di hêzê de ye; hûn dinyayê di serê min de bikin agir, (dîsa jî) ev serê ku goriyî heqîqeta Qur’anê bûyî ji we re natewe. Hem ez vê agahiyê jî didim we ku neku beşeke mirovên mîna we hindik û ji aliyê manewî ve li ber çavê xelkê menfûr, bê guman hezaran yên mîna we neyartiya min bikin, ez ê girîngiyê nedim û ji hin heywanên zerardar zêdetir qîmetekê nedim wan. Lewra, hûn ê di hemberî min di çi bikin? Tişta ku hûn bikin, yan dê di awayê bidawîlêanîna jiyana min be yan jî dê di awayê xirabkirina xizmeta min be. Ji bilî van herdu tiştan di dinyayê de eleqeya min tune. Lê heçîke ecel e, di pileya dîtinê (şuhûd) de, qet’î min bawer kiriye ku nayê guhertin, li eniyê nivîsandî ye. Hemin holê ye; eger ez di riya Heq de bi şehîdbûnî bimirim, ez xwe jê nadim alî, ez bi îştiyaq li bendê me. Xasma, ez kal bûme, ez texmîn nakim ku ji salekê zêdetir temenê min mayî be. Ku saleke temenê zahirî, bi wesiteya şehadetê were guhertin bo temeneke baqî ya bêhed û hesab, bo yên mîna min dibe mebesteke bilind. Lêbelê heçîke xizmet e, hemd bo Xwedê, di xizmeta Qur’anê de Cenabê heq bi dilovaniya xwe hin birayên welê dane min ku; bi mirina min ji dêl kê ew xizmet di navendeke tenê de were kirin, dê di gelek navendan de were kirin. Eger zimanê min bi mirinê were sekinandin, dê gelek û gelek zimanên bihêz ji dêl yê min ve biaxivin, dê wê xizmetê bidomînin. Heta ez dikarim bêjim: Wek çawa hebeke toxim têkeve di bin axê de û bimire, bi mirina wê dê jiyana simbilekê bide; ji dêl hebekê dê sed heb herin ser wezifeyê. Welê jî, ez berhêvî me ku mirina min dê ji jiyana min pitir bibe wesiteya wê xizmetê!..

   FENDA ŞEYTANÎ YA PÊNCAN

   Alîgirên ehlê delaletê, ji xweperestiyê sûdê werdigrin û dixwazin birayên min ji min bidin alî. Bi rastî di mirovî de demara herî xeternak xweperestî ye û demarê herî qels jî ew e. Bi razîkirina wê dikare gelek tiştên xirab bide kirin.

   Birano! Dêhna xwe bidinê; bila ji hêla xweperestiyê ve li hewe nexin, bila bi wê hewe nexapînin. Hem bizanibin ku di vê sedsalê de ehlê delaletê li “ene”yê suwar bûye û di geliyên delaletê de dibeze. 

Hata Bildirim Formu
Sayfalar
123456789101112131415161718192021222324252627282930313233343536373839404142434445464748495051525354555657585960616263646566676869707172737475767778798081828384858687888990919293949596979899100101102103104105106107108109110111112113114115116117118119120121122123124125126127128129130131132133134135136137138139140141142143144145146147148149150151152153154155156157158159160161162163164165166167168169170171172173174175176177178179180181182183184185186187188189190191192193194195196197198199200201202203204205206207208209210211212213214215216217218219220221222223224225226227228229230231232233234235236237238239240241242243244245246247248249250251252253254255256257258259260261262263264265266267268269270271272273274275276277278279280281282283284285286287288289290291292293294295296297298299300301302303304305306307308309310311312313314315316317318319320321322323324325326327328329330331332333334335336337338339340341342343344345346347348349350351352353354355356357358359360361362363364365366367368369370371372373374375376377378379380381382383384385386387388389390391392393394395396397398399400401402403404405406407408409410411412413414415416417418419420421422423424425426427428429430431432433434435436437438439440441442443444445446447448449450451452453454455456457458459460461462463464465466467468469470471472473474475476477478479480481482483484485486487488489490491492493494495496497498499500501502503504505506507508509510511512513514515516517518519520521522523524525526527528529530531532533534535536537538539540541542543544545546547548549550551552553554555556557558559560561562563564565566567568569570571572573574575576577578579580581582583584585586587588589590591592593594595596597598599600601
Fihrist
Lügat