wê alema ku ew têketiyê ye. Lêbelê heçîke
لاَ اِلٰهَ اِلاَّ اللّٰهُ
e, mifteya ku wê nûrê vedike ye.
Hem madem di mirovî de nefs, hewa, wehîm û şeytên serweriyê dikin, gelek deman ji bo ku îmana wî rencîde bikin, ji xefleta wî sûdê werdigrin û gelek hîleyan dikin, bi guman û wesweseyan radihijin nûra îmanê. Hem hin peyv û hereketên ku dijê zahirê şerîetê ne û heta li ber çavê hinek îmaman bandoreke ku di dereceya kufrê de ne dikin, kêm nabin. Ji ber wê çendê her demî, her demjimêrê, her roj hewceyiyeka bi nûkirina îmanê heye.
Pirs: Alimên ilmê kelamê (mutekellîmîn) alemê di nav unwana îcmalî ya îmkan û hudûsê de dipêçin û bi zîhnî (zîhnen) derdikevin ser da paşê îsbata wehdaniyetê dikin. Beşeke ehlê tesewufê ji bo ku di nav tewhîdê de huzûra tam bi dest bixin
لاَ مَشْهُودَ اِلاَّ هُوَ
dibêjin, gerdûnê ji bîr dikin, perdeya jibîrkirinê datînin ser da, paşê huzûra tam dibînin. Û beşeke din ji bo ku tewhîda rasî û huzûreke tam bibînin
لاَ مَوْجُودَ اِلاَّ هُوَ
dibêjin, gerdnê li xeyalê dipêçin, diavêjin neyînê (edemê), paşê huzûra tam dibînin. Hal bi hal tu şahrêyeke mezin a Qur’anê a derveyî van hersê meşreban destnîşan dikî. Û weke dirûşmeya (şîar) wê
لاَ مَعْبُودَ اِلاَّ هُوَ * لاَ مَقْصُودَ اِلاَّ هُوَ
dibêjî. Ka delîleke der barê tewhîda vê şahrêyê û rêyeke wê a kurt i kinî nîşan bide.
Bersiv: Hemû Peyv û hemû Name wê şahrêyê destnîşan dikin. Em ê vê gavê wek hûn dixwazin delîleke wê ya mezin û burhaneke wê ya dirêj û berfireh bi kurtî destnîşan bikin. Halo ku: Di alemê de her tiştek, her tiştî dide Afirinêrê wî. Û her esereka di dinyayê de destnîşan dike ku hemû eser eserên muesirê wî ne.