Hezretî Elî û sehabiyan re ferman kiriye “Herin li filan bîrê alavên bi vî rengî bibînin û bînin.” Çûne eynî bi awayê ku gotiye dîtine anîne. Her ku benekî wê vedikirin, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam, ji nerehetiya xwe sivikî didît. 1
Hem bi neqla sehîh, ji heyeteke ku zatên muhîm ên mîna Ebû Hureyre û Xuzeyfe tê de hebûne, Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam ferman kiriye gotiye
ضِرْسُ اَحَدِكُمْ فِى النَّارِ اَعْظَمُ مِنْ اُحُدٍ
aqûbeta bidehşet a yekî ku ji ber îrtîdaya wî dê çi biê serî, ragihandiye. Ebû Hureyre got: “Ji wê heyetê ez û yekî bi tenê man. Ez tirsiyam. Peyre mirovê din, di Herba Yemameyê de, ji aliyê Museylîme ve hat dîtin û bi murtedî hat kuştin.” Heqîqeta îxbara Nebewî derket.
Hem bi neqla sehîh, beriya ku Umeyr û Sefwan bibin Musluman, di bergîdana malekî muhîm de, biryar digrin ku Pêxember (e.s.w.) qetil bikin û Umeyr jî, bi niyeta qetla Pêxember (e.s.w.) hatiye Medîneyê. Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam Umeyr dît, gazî kirê, anî ba xwe, got: “Maceraya te û Sefwan ev e.” Destê xwe danî ser singê Umeyr; Umeyr got “Belê.” û bû Musluman. 2
Hîna mîna van, gelek zêde îxbarên xeybî yên sehîh rûdane. Di Kutûba Sitteya Sehîh a Hedîsî ya navdar de hatiye zikirkirin, tevî senedên xwe hatiye beyankirin. Piraniya bûyerên ku di vê rîsaleyê de hatine beyankirin, di hukmê tewatura me’newî de qet-î ne, yeqînî ne. Di serî de Buxarî û Muslîm – ku ehlê tehqîqê qebûl kiriye ku piştî Qur-anê kitêbên herî sehîh in. – û di kitêbên din ên Sehîha Tirmizî, Nesaî û Ebû Dawud û Mustedrek-ul Hekîm û Musneda Ehmed Ibnî Henbel û Delailê Beyheqî de, bi ‘en‘eneyên wan hatine beyankirin.
A niha ey mulhîdê bêhiş! Mebêje “Muhemmedê Erebî (e.s.w.) bi aqil bû û derbas mebe. Lewra ev îxbarên sadiq ên Ehmedî (e.s.w.)