bi tenê ya îmanê derkeve meydanê bêyî dudilî ez ê bidim û nefsa min jî di vê çendê de îtaeta min dike. Dema min got:
وَاٰمَنَّا بِمَۤا اَرْسَلْتَ مِنْ رَسُولٍ وَاٰمَنَّا بِمَۤا اَنْزَلْتَ مِنْ كِتَابٍ وَصَدَّقْنَا
ez wê demê hêzeke zêde ya îmanê hîs dikim. Her heqîqeteke îmanê ez berevajiya wan li gorî aqilî neqabil dibînim û ehlê delaletê bê mejî û dîn dibînim.
Ez gelek silav û rêzên xwe pêşkêşî dê û babê te dikim. Bila ew ji bo min dua bikin. Ji ber ku tu birayê min î, ew jî wek dê û babê min in. Ez silavan li gundê we, xasma yên Peyv ji te seh kirî re dikim.
اَلْبَاقِى هُوَ الْبَاقِى
Seîdê Nûrsî