Zeyla Duduyan ya Nameya Bîst û Çarê
(Derheqê Mî’raca Nebewî de ye)
بِاسْمِهِ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
وَلَقَدْ رَاٰهُ نَزْلَةً اُخْرٰى * عِنْدَ سِدْرَةِ الْمُنْتَهٰى * عِنْدَهَا جَنَّةُ الْمَأْوٰى * اِذْ يَغْشَى السِّدْرَةَ مَا يَغْشٰى * مَا زَاغَ الْبَصَرُ وَمَا طَغٰى * لَقَدْ رَاٰى مِنْ اٰيَاتِ رَبِّهِ الْكُبْرٰى
(Em ê ji beşa Mî’raciyeya Mewlîda Nebewî pênc nukteyan beyan bikin.)
NUKTEYA EWIL: Nivîskarê Mewlîdê, Sûleyman Efendî derheqê Buraqa ku ji Bihiştê hatiye anîn de serpêhatiya evîneke hezîn beyan dike. Ew zat ji ber ku ehlê welayetê ye û ew spartiye rîwayetê, helbet heqîqetekê bi wî awayî vedibêje.
Pêwist e heqîqet bi vî hawî be ku: Aferîdeyên alema beqayê bi nûra Resûlê Ekrem Eleyhîsselatû Wesselam gelek pêwendîdar in. Lewra ji ber wê nûra Wî aniye ye ku Bihişt û axret dê bi cin û însanan şên bibin. Eger ew nebana dê ew bextewariya ebedî nebana û cin û însanên ku ji îstîfadeya her texlît mexlûqatên Bihiştê re mûsaid in dê Bihişt şên nekiribana; ji aliyekê ve wê bê xwedî û wêran bimaya.