Ya sisêyan: Bi peyva
اَحَدُكُمْ
ê dibêje:Jiyana we ya civakî ya jiyana xwe ji cemaetê distîne û şaristaniya we çêbûye ku emeleke ku jiyana we jehr dike, qebûl dike?
Ya çaran: Bi peyva
اَنْ يَاْكُلَ لَحْمَ
yê dibêje: Çi bi mirovayiya we hatiye ku mîna cinawiran hûn hevalê xwe bi didanan perçe dikin?
Ya pêncan: Bi peyva
اَخِيهِ
yê dibêje ku: Gelo ma şefqeta we ya cinsî û ‘pêwendiya we ya xizmayiyê’ tune ye ku hûn şexsê manewî ya mezlûmekî ku ji gelek aliyan ve birayê we ye welê bi bêînsafî didine ber gezan? Û ma qet aqilê we tune ye ku hûn mîna dînan wesleyên xwe bi didanên xwe didin ber gezan?
Ya şeşan: Bi peyva
مَيْتًا
ê dibêje: Ka wijdana we? Ma fitreta we xirb bûye ku hûn bi xwarina goştê birayê xwe yê ku di wê rewşa herî muhterem de ye karekî herî mekrih dikin?
Nexwe, bi îfadeya vê ayetê, bi delîlbûna cihê cihê ya van peyvan zem û xiybet, ji aliyê aqilî ve û ji aliyê qelbî be, ji aliyê mirovayiyê ve û bi wijdan ji aliyê fitretê ve û ji aliyê neteweyê ve hatiye zemkirin. Va ye binêre, wek çawa ev ayet bi awayekî wecîz, bi şeş mertebeyan zemê zem dike, her weha bi şeş mertebeyan bi awayekî mucîze wî gunehî qedexe dike.
Xiybet çekeke hin xirab e (sedema daxistinê ye) ku herî zêde ehlê dijminayî û çavnaberiyê û inyadê bi kar tînin. Mirovekî xwedî şeref û rûmet vê sileha kirêt bi kar nayne/naemilîne. Wek çawa kesatiyekî navdar gotiye: