Eger tu ji şexsê xwe hez dikî rê nede vê dijminahî û fikra tolhildanê, wiha ji jiyana şexsî re ev qas ziyandar, ku bikeve dilê te. Eger ketibe dilê te li gotina wî guhdarî meke. Binêre, li Hafizê Şîraziyê rastbîn guhdarî ke:
دُنْيَا نَه مَتَاعِيسْتِى كِه اَرْزَدْبَنِزَاعِى
Ango: “Dinya ne maleke welê ye ku ji bo wê mirov bi berberiyê bikeve.” Lewra, ji ber ku fanî û demdemî ye bê qîmet e. Eger ev qerase dinyayê holê be, êdî tu dê zanibî ku karên wê yên biçûk çiqas ne girîng in. Hem welê gotiye:
آسَايِشِ دُوكَيتِى تَفْسِيرِ اِينْ دُو حَرْفَسْتْ * بٰا دُوسِتَانْ مُرُوَّتْ بۤا دُشْمَنَانْ مُدَارَا
Ango, “Rehetî û selameta du cîhanan du herf tefsîr dikin, dide qezenckirin:” Bi dostan re danûstandineke camêrî bike, bi dijminên xwe re muameleyeke aştiyane bike.”
Eger tu bibêjî: “Xwestin/îxtiyar ne di destê min de ye; di fitreta min de dijminayî heye. Hem ketiye demarê min, ez nikarim dest jê berdim.”
Bersiv: Eger xerabebûna afirîşê (sû-ê xulq) û xisleta xirab eserê nîşan nede, bi tiştên mîna xîbetê û li gorî pêdiviya wê emel neyê kirin, qusûra xwe jî zanibe, zerarê nade. Madem bijartin/îxtiyar ne di destê te de ye, tu nikarî dev jê berdî. Ji ber ku tu qusûra xwe û neheqiya xwe ya di wê xesletê de dizanî, ku ev jovaniyeke manewî, tobeyeke veşarî û îstîxfareke zimnî ye, ev wê te ji wê xerabiyê rizgar bike. Jixwe, me ev beşa vê Nameyê nivîsand da ku vê îstîxfara manewî temîn bike; bila neheqiyê heq nizanibe, dijminê xwe yê mafdar bi bêmafiyê teşhîr neke.
Bûyereke balkêş: Demekê min weke encama vê alîgirtina xerezkarane dît ku alimekî dîndar, alimekî salih yê dijê ramana wî ya siyasî bû di dereceya tekfîrê de biçûk xist. Û munafiqekî ku hevramanê wî bû bi hurmetkarî pesnê wî da. Va ye ez ji van encamên xirab ên siyasetê tirsiyam û min got,
اَعُوذُ بِاللّٰهِ مِنَ الشَّيْطَانِ وَالسِّيَاسَةِ
ji wê demê û vir ve ez ji jiyana siyasî vekişiyam.