Taybetmendî û mercê birayî eve ye ku: Heqîqî û bi awayekî cîdî divê ji weşana Peyvan re bişuxile û her pênc nimêjên xwe yên ferz eda bike û heft gunehên mezin (kebaîr) neke.
Taybetmendî û mercê xwendekarî eve ye ku: Divê Peyvan wekî malê xwe û te’lîfa xwe hîs bike û lê xwedî derbikeve û (herweha divê ew) wezifeya jiyanê ya herî girîng weşana wê û xizmeta wê zanibe.
Vaye ev hersê zumreyên han bi sê kesayetiyên min re pêwendîdar (eleqedar) in. Yê dost bi kesayetiya min ya şexsî û zatî re pêwendîdar dibe. Yê bira bi kesayetiya min ya ji aliyê ebdiyet û ubûdiyeta min ve pêwendîdar dibe. Lê yê xwendekar bi kesayetiya min ya ji aliyê îlankeriya (delaliya) Qur’ana Kerîm û di wezîfeya seydatiyê de bi min re pêwendîdar e.
Sê mêweyên vê hevdîtinê hene:
Ya Yekê:Ji hêla îlankeriyê (delaliyê) ve waneya mucewheratê Qur’anê yan jî Peyvan ji min bistîne. Welew waneyek be.
Ya duduyan: Ji hêla îbadetê ve dibe behredarê deskeftiya min ya uxrewî (axretê)
Ya Sisêyan: Ew e ku em berê xwe bidin dergahê îlahî û em dilê xwe bikin yek û di xizmeta Qur’ana Hekîm de dest bidin hev û alîkarî û hîdayetê ji Xwedê bixwazin.
Eger xwendekar be her sibeh, daîma bi navê xwe ve û bi sûretê xwe ve di dua û destkeftiya min de amade dibe û behredar dibe.
Eger bira be, çend carekê bi navê xwe yê taybet ve û bi sûretê xwe ve di dua û destkeftiya min de amade dibe û behredar dibe. Paşê dikeve di nav hemû birayan (îxwan) de û ez wî radestî dilovaniya Xwedê dikim ku, di dema duayê de çaxê min got “îxwetî û îxwanî” ew di nav wan de amade dibe. Ez nezanim jî dilovaniya (rehmeta) Xwedê wan dizane û dibîne.
Eger dost be û ferzan bike û gunehên mezin (kebaîran) biterikîne, ji hêla temamê/hemû birayan ve di nav duayên min de ye. Merc e ku ev hersê zumre min têxin di nav dua û destkeftiyên xwe yên manewî de.