Sahibê Ilba û Hirakil û Ibnî Natûr û Carûd, di kitêbên xwe de, wesfên wî dîtine û îman anîne. 1 Tenê Hirakil, ji bo selteneta dunyayê, îmana xwe îzhar nekiriye. 2
Hem mîna van, Selman-ul Farisî, ew jî berê Nesranî bû(ye). Piştî ku wesfên Resûlê Ekrem Eleyhisselatu Wesselam dît, li Wî digeriya. 3
Hem alimekî muhîm bi navê Temîm, hem reîsê Hebeşê, Necaşiyê binavûdeng hem Nesereyên Hebeş, hem papazên Necran, hemû bi muttefiqî radigihînin ku “Me, wesfên Nebewî, di kitêbên xwe de dîtin, ji ber wê yekê em hatin îmanê.” 4
Hucceta Sisêyan: Ha weke nimûneyekê, em dê çend ayetên Tewrat, Incîl û Zebûrê ku li ser Pêxemberê me Eleyhisselatu Wesselam in, weke mînakan nîşan bidin:
A yekê: Di Zebûrê de ayeteke weha heye:
اَللّٰهُمَّ ابْعَثْ لَنَا مُقِيمَ السُّنَّةِ بَعْدَ الْفَتْرَةِ
Îca “Mûqîm-us Sunne” îsmê Ehmedî ye.
Ayeta Încîlê:
قَالَ الْمَسِيحُ اِنِّىذَاهِبٌ اِلٰى اَ بىِ وَاَبِيكُمْ لِيَبْعَثَ لَكُمُ الْفَارَقْلِيطَا
Ango “Ez diçim da ku ji we re Faraqîl were!” ango Ehmed were.5
Ayeteke diduyan a Încîlê: