Mektûba Bîst û Yekemîn
بِاسْمِهِ سُبْحَانَهُ
وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
اِمَّا يَبْلُغَنَّ عِنْدَكَ الْكِبَرَ اَحَدُهُمَۤا اَوْكِلاَ هُمَا فَلاَ تَقُلْ لَهُمَۤا اُفٍّ وَلاَ تَنْهَرْهُمَا وَقُلْ لَهُمَا قَوْلاً كَرِيمًا * وَاخْفِضْ لَهُمَا جَنَاحَ الذُّلِّ مِنَ الرَّحْمَةِ وَقُلْ رَبِّ ارْحَمْهُمَا كَمَا رَبَّيَانِى صَغِيرًا * رَبُّكُمْ اَعْلَمُ بِمَا فِى نُفُوسِكُمْ اِنْ تَكُونُوا صَالِحِينَ فَاِنَّهُ كَانَ لِلْاَوَّابِينَ غَفُورً
Ey ew xafilê ku di mala wî de dêyeke wî yan jî babekî wî ê extiyar, yan jî xizmekî wî yan jî birayekî wî yê îmanê yê belengaz yan jî nexweş heyî! Bala xwe bide vê ayeta kerîme, lê binêre! Belê di ayetekê da, di pênc awayên cihê cihê da bo dê û babên extiyar şefqetê celb dike. Erê di dinyayê de heqîqeta herî rûmet-bilind şefqeta dê û baban ya di hemberî zarokên wan de ye. Û huqûqa herî bilind jî ewe ku di hemberî wê şefqeta wan de qedr û qîmeta wan were girtin. Çimkî ewana jiyanên xwe bi lezzeteke heta tu bibêjî zêde